Lijneya girtîgehê guh nade dadgehê jî

Şemî 19 Cotmeh 2024 - 02:35

Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehan mafê derketinê yên siyasî yên Kurd bloqe kiriye û bi helwesteke bi dijminatî li gel ku cezayê xwe xilas kirine jî nahêle ku girtiyên siyasî yên Kurd derkevin. Tamer Tanrikkulî li gel ku 31 sal in girtî ye jî nayê berdan, heqê wî yê berdanê hatiye bloqekirin.

Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tevî biryara dadgeha înfazê jî berdana Tamer Tankikûlû yê 30 sal in girtî ye 6 mehan dirêj kir.  

Tamer Tanrikûlû yê ku nêzî 31 sal in girtî ye diviyabû di 3’yê sibata 2024’an de hatibûya berdan lê berdana wî 3 mehan hate taloqkirin.  

Lijneya Çavdêrî û Îdareyê bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ biryar da ku berdana Tanrikûlû 3 mehan taloq bike. Piştî vê ji bo ku Tanrikûlû bersiv neda pirsa,’’PKK rêxistineke terorê ye?’’ ya Lijneyê, berdana wî 6 mehên dî hate taloqkirin.

Dadgehê biryara Lijneyê bi nakok dît

Li dijî biryarê parêzerê Tanrikûlû Yûsûf Çakas, li Dadgeha Înfazê ya Aksarayê îtîraz kir. Dadgeha Înfazê ku îtîraz nirxand, tespît kir ku ji ber di biryara lijneyê de nakokî hene û biryar bi rastiyên berbiçav nehatiye destekkirin, xwest biryara lijneyê bê betalkirin û rewşa Tanrikûlû jinûve bê nirxandin. 

6 mehan taloq kir

 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê ku biryar jê re hate şandin, bi hewldanên parêzerê Tanrikûlû ji bo ku rewşa Tanrikûlû binirxîne di meha îlonê de kom bû. Tanrikûlû tevî taloqkirina duyemîn a berdana wî ya 3 mehan temam kiribû jî lijneyê biryar da ku berdana Tanrikûlû ji meha îlonê ve ji bo 6 mehan taloq bikin. 

Parêzerê Tanrikûlû Yûsûf Çakas li dijî biryarê careke din îtîraza Dadgeha Înfazê kir. Têkildarî serlêdanê hêj tu biryar nehatine dayîn.  

Polîtîkaya dewletê ye

Kekê Tanrikûlû, Enver Tanrikûlû, da zanîn ku diviyabû birayê wî di sibata 2024’an de hatibûya berdan lê bi hinceta bi PKK’iyan re di heman qawişê de dimîne berdana wî hate taloqkirin. Tanrikûlû anî ziman ku birayê wî di meha gulanê de derket pêşberî lijneyê lê bi hincetên pûç û vala yên weke hejmartina ser piyan qebûl nekiriye berdana wî 6 mehan hate taloqkirin. Tanrikûlû, diyar kir ku di hevdîtina dawî de birayê wî jê re gotiye ku tevî girtiyên bi navê Temel Yeşîlbaş û Sînan Yaşar cezayê li wan hatiye birîn temam kirine jî nayên berdan û wiha got: “Ev polîtîkaya dewletê ye, bi salan e wiha ye. Şewitandina înfazê binpêkirineke mezin a mafan e, li hemû girtîgehan tê pêkanîn. Lê li Girtîgeha Aksarayê rewş hişktir e. Bila parlamenter û parazvanên mafên mirovan bi vê derê re eleqedar bibin.”

MA/MUJDAT CAN/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.