- Rojnamevan Kemal Reuf li ser civîna Nêçîrvan Barzanî ya bi serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan re got, Tirkiye dixwaze herêmê bixe bin lihevkirineke din a weke lihevkirina 50 salî.
Rojnamevan Kemal Reuf li ser civîna Nêçîrvan Barzanî ya bi serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan re got, Tirkiye dixwaze herêmê bixe bin lihevkirineke din a weke lihevkirina 50 salî.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan re civiya.
Rojnamevan Kemal Reuf derbarê derbarê civîna serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bi serokkomarê Tirk Recep re ji Rojnews re axivî. Li gorî rojnamevan Kemal Reuf, Tirkiye dixwaze feydeyeke zêdetir ji rewşa niha ya Herêma Kurdistanê bigire, bi taybetî çav berdaye ser gaza herêmê.
Rojnamevan Kemal Reûf got, beriya niha Erdogan ji medya Tirkiyeyê re gotibû, hemû malên Tirkiyeyê bi gaza Herêma Kurdistanê wê werin germkirin. Kemal Reuf got; “Tirkiye dixwaze weke lihevkirina 50 salî ya bi PDK’ê re, lihevkirineke din li ser gaza herêmê jî îmze bike. Siyaseta neft û gazê di destê PDK’ê de ye, dibe ku bîrek petrolê bidin Tirkiyeyê. Lê ev berevajiyê daxwaza xelkê ye. Tirkiye dixwaze herêmê bixe bin dozeke din.”
Rojnamevan Kemal Reûf di dawiyê de got; “Dewleta Tirk di cîhanê de bi ti awayî ne dostê Kurdan û azadîxwazan e. Lê berjewendiyên wê di nakokî û parçebûna Kurdan de heye. Ji bo vê aliyekî nêzî xwe dike.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ