Lihevkirin xiyanet e

Sêşem 19 Adar 2024 - 00:11

Di dawiya meha Sibatê de PDK’ê di bin navê pasewanên sinor  hêzek xwe ya zêde li herêmên ku nêzî qadên gerîla ne bicih kir. Armanca bicihkirina van hêzan ew e ku dewleta Tirk bi rehetî bikare xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Di rojên borî de jî rayedarên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li nav sinorên Herêma Kurdistanê bi berpirsên PDK’yî yên qaşo pasewanên sinor ên Iraqê ne re hin hevdîtin pêkanîn. Derbarê peywendiya desthilatdarên Herêma Kurdistanê ya bi welatên cîran re û lihevkirin û hevkariya bi wan re, Parlementera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr axivî û got:“Desthilata siyasî ya Herêmê yek bi ser Tirkiye de yek jî bi ser Îranê de dabeş bûne. Bi qasî ku berjewendiya van welatan diparêzin ewqas berjewendiyên xwe û gelê xwe naparêzin.” Rêzan Şêx Dilêr da zanîn dema ku behsa Kurdayetiyê û parastina xak û nîştiman tê kirin, divê di pratîkê de gotinên dikin werin bicihanîn û got:“Em dipirsîn, gelo tişta tê gotin di pratîkê de tê kirin? Bêguman nexêr, di rastiyê de pêk nayên.” Rêzan Şêx Dilêr derbarê lihevkirina PDK’ê ya li gel dewleta Tirk de jî got:“Bi taybetî li ser sinor ku em dizanin niha Tirkiye hatiye li nav xaka Iraqê de û ji sinorên xwe gelek zêde bi pêşde hatiye. Li wan deran baregehên leşkerî ava kiriye. Ev yek erkê dewleta Iraqê ye ku rûbirûyê dewleta Tirk bibe. Her lihevkirinek siyasî jî were kirin, divê Iraq bike. Ango Herêma Kurdistan mafê wê yekê nîne ku ti lihevkirinek li ser sinoran li gel ti welatek cîran de bike. Ger lihevkirin pêk were jî li gor yasaya parastina sinoran be. Dayîna xakê bi dewletek cîran tê wateya xiyanetkirina li dewletê. Ji ber ku dewleta Iraqê jê berpirse.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.