- Careke din cezayê hucreyê li Yaşar Gumuşlu yê 20 salan girtî birrîne û dermanên wî nadinê.
Yaşar Gumuşlu yê 20 sal in girtiye, gotiye, careke din cezayê hucreyê lê birîne û dermanên wî nadinê.
Yaşar Gumuşlu di zindana Erziromê ya Tîpa H'yê de ye. Di sala 1994'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 15 sal ceza lê hat birîn. Gumuşlu heya niha di 16 girtîgehan de maye û di sala 2009'an de hat berdan. 2014'an cardin bi heman îdiayan hat girtin, vê carê 9 sal û 6 meh ceza danê. Lê belê piştî bi salekê cezayê wî hat xerakirin û careke din hat berdan. Lê 2017'an piştî 9 sal cezayê ku lê hatibû birîn hat erêkirin cardin hat girtin. Ewilî wî birine Girtîgeha Wanê ya Tîpa T'yê û piştî 2 salan wî birine Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê. Heya niha gelek caran cezayê hucreyê lê hatiye birîn û ji ber ku tevli grevên birçîbûnê bûye nexweşîna ulserê jî lê peyda bûye.
Gumuşlu, di 20'ê Cotmehê de telefonî hevjîna xwe Semra Gumuşluyê kiriye û gotiye careke din cezayê hucreyê lê hatiye birîn û ev demeke dermanên wî nadinê.
Tena serê xwe nikare avê vexwe
Omer Yaman li zindana bajarê Tokatê girtiye. 1994'an gava gundê wan ê girêdayî Qilebana Şirnexê tê bombekirin, tevî malbata xwe koç dike û tevî zarokên xwe derbasî Iraqê dibe. Yaman, di sala 1999'an de tevî 4 birayên xwe sînor derbas dikin û tên Qilebanê. Li vê derê tê binçavkirin û tevî yên li gel xwe bi hinceta PKK'yî ne tên girtin û cezayê muebetê li wan tê birîn. Yaman ê 65 salî niha di Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T'yê de ye. Nexweşîna tansiyona zêde lê peyda bûye.
Birayê wî Salîh Yaman, da zanîn ku birayê wî Omer Yaman niha 65 salî ye û got, ji ber nexweşînê destên wî dilerizin û nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe.
NAVENDA NÛÇEYAN