Li zindana Edîrneyê êşkence
Şemî 15 Gulan 2021 - 04:31
Resûl Demîr ê ku ji zindana Edîrneyê hat berdan, anî ziman ku li "odeya biqefes" dihatin girtin, li odeyên 3 kesî 6 kes diman, girtiyên odeyên wan dihatin guherandin bi erdê ve dihatin kaşkirin û girtiyên binpêkirinên mafan radigihandin û ketine greva birçîbûnê diketin ber lêpirsînan.
Demîr ê 24 salî 30'yê Nîsanê ji zindanê hat berdan û qala girtina xwe kir û got: “Li ketina zindanê lêgerîna tazî li min ferz kirin û gardiyanan li min dan. Paşê ez xistim odeyeke bi navê odeya biqefes.”
Demir diyar kir ku li zindana Edîrneyê tecrîda di nava tecrîdê de heye û got: “Girtî ji bo dengê xwe ragihînin ketin greva birçîbûnê. Divê raya giştî hesastir be. Divê rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl demildest tevbigerin."
MA/MÊRSÎN