Li Zerzevanê gustîl û bilûrek hatin dîtin

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Kanûn 2021 - 23:09

  • Li Keleha Zerzevanê ya ku dîroka wê diçe heta beriya bi 3 hezar salan, gustîleke bi mifte ya bronz û bilûreke hestû hatin dîtin. 

Li Keleha Zerzevanê ya ku dîroka wê diçe heta beriya bi 3 hezar salan, gustîleke bi mifte ya bronz û bilûreke hestû hatin dîtin.

Hat zanîn ku ev gustîlk û bilûr ji sedsala 4 û 5’an mane û 1600 sal in di bin axê de mane.

Li navçeya Amedê Çinarê, li Keleha Zerzevanê heta niha gelek bermahiyên dîrokî hatibûn dîtin û ji bin erdê amûrên ku nexasim di dema Romayê de hatibûn bikaranîn, hatibûn derxistin. Di serdema Roma de Keleha Zerzevanê wek wargeheke leşkerî dihate bikaranîn. Piştî dîtina van berhemên dîrokî yên bin erdê, UNESCO´yê Keleha Zerzevanê xist nav “Lîsteya Mîrateyên Dinyayê”.

Di kolanên herî dawî de jî li Keleha Zerzevanê gustîlkeke bi mifte û bilûreke ji hestû hat dîtin. Serokê beşa arkeolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Aytaç Coşkun got, ev bilûr ji hestûyê sewalan hatiye çêkirin û li ser bilûrê 6 kun hatine çêkirin lê yek jê şikestiye. 

Coşkun diyarkir ku ev yek nîşan dide ku wê demê kesên li vir bi muzîkê re mijûl bûne û ev bermahî ji bo agahiyên nû yên derbarê Keleha Zerzevanê de dê wek çavkaniyên girîng werin hesibandin.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.