Li herêma Zê (Zapê) di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 2 çekên bombeavêj hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

 

Li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl

23'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran 7 caran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

23'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li çepereke çeka bombeavêj a dagirkeran hate xistin. Çeka bombeavêt hate tine kirin.

23'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li çepereke çeka bombeavêj a dagirkeran hate xistin. Çeka bombeavêj û çepera wê hate tine kirin.

23'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

23'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

23'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. 3 dagirker hatin cezakirin.

23'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk 2 caran dest li helîkopteran hate werdan.

24'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çeperek hate îmhakirin, 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

 

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

23'ê Îlonê Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl 3 caran, derdora Çemê Zê carekê û qada Gundê Dergelê yê herêma Metînayê 3 caran bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

23'ê Îlonê Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl û Herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Herêma Zê, Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl û Herêma Metînayê bi topan hatin bombekirin."

BEHDÎNAN