- Gerîlayên Kurdistanê di çalakiyên vê dawiyê de li Avaşîn û Zê 34 dagirker kuştin, û kirin ku dijminê Kurdistanê û hevkarên wan li van deveran bist bibin.
Berxwedana hêzên gerîla ya li dijî dagirkeriyê bê navber didome. Di çalakiyên li Avaşîn û Zê de 34 leşkerên din ên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêmên Avaşîn û Zê bênavber didomin. Di çalakiyên hêzên me yên li devereke pirr berfireh de, tevahiya teknîka dijmin hat binxistine û bi bikaranîna taktîkên gerîlayên serdema nû bi ruhekî fedayî û cesareteke bilind, bi giştî 34 dagirker hatin kuştin, 6 dagirker birîndar bûn, dronek jî hate xistin."
HPG’ê got, “Li HERÊMA AVAŞÎNÊ; 19’ê Nîsanê saet 15:30’î hêzên me yên YJA Starê li devera Berxwedanê ya Werxelê, bi çekên giran li dagirkeran da. Di encama çalakiya bi bandor de 10 dagirker hatin kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn.
19’ê Nîsanê saet 17:30 û 17:50’î de li Qada Berxwedanê ya Werxelê, 2 caran bi taktîkên sabotajê li dagirkeran hat xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin kuştin.
Li HERÊMA ZÊ; 17’ê Nîsanê saet 21.00’ê helîkopterên dagirkeran xwestin li Girê Şehîd Ciwan ê li Devera Berxwedanê ya Karker deynin; hêzên me ew kirin hedef. Di encama destwerdana hêzên me de, dagirker bêyî ku karibin helîkopteran deynin, ji herêmê dûr ketin.
Di 18’ê Nîsanê de, dagirkeran xwest li Devera Berxwedanê ya Karker a herêma Zê bi cih bibin, hêzên me bi taktîka sekvaniyê li wan xist. Di encamê de dagirkerek hat kuştin.
Di 18’ê Nîsanê de dagirkeran xwest ji devera Cîloyê Piçûk a herêma Zapê û tengava Şehîd Şaho ber bi devera Girê Şehîd Tufan ve bi pêş ve biçin; hêzên me du caran bi çekên giran li wan xist. Di encama derbên bi bandor ên hêzên me de bipêşveçûna dagirkeran hate rawestandin.
Di 18’ê Nîsanê de dagirkerên li Devera Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Zê ji du milan ve bûn hedefa hêzên me. Di encamaê de dagirkerek hat kuştin.
Di 18’ê Nîsanê de dagirkeran xwest li Devera Berxwedanê ya Karker bi cih bibin, du caran bi çekên giran bûn hedefa gerîlyan û gerîlayan serketî li hedefên diyarkirî xist.
18’ê Nîsanê saet 13:00’an, dagirkeran xwestin li Girê Şehîd Agir ê girêdayî devera Berxwedanê ya Şehîd Rûstem bi cih bibin, hêzên me ew kirin hedef û dagirkerek kuştin.
Di 18’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker 3 caran xwest bikeve Devera Berxwedanê ya Kunîşka. Di encama mudaxeleya bi bandor a hêzên me de, dagirker nekarîn bi pêş ve biçin. Artêşa Tirk a dagirker gavekê vekişiya, û herêm bi dijwarî bomberdûman kir.
19’ê Nîsanê saet 07:00’an droneke ku li ser Girê Şehîd Ciwan ê devera Berxwedanê ya Karker digeriya, ji aliyê hêzên me ve hat xistin.
19’ê Nîsanê saet 09:20’an, hêzên me bi sabotajê li dagirkerên li Girê Şehîd Tufan a herêma Zê xist. Di encamê de dagirkerek hat kuştin.
19’ê Nîsanê saet 11:00’an hêzên me bi taktîkên sabotajê li dagirkerên li derdora Girê Şehîd Tufan xist. Di encamê de 2 dagirker hatin kuştin.
19’ê Nîsanê saet 11:10’an hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Ciwan ên devera Berxwedanê ya Karker xist. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin kuştin û 4 dagirker jî birîndar bûn.
Di 19’ê Nîsanê de artêşa TC’ê ya dagirker ji herêma Şêladizê ya di bin kontrola PDK’ê de ber bi Devera Berxwedanê ya Kurêjahro ve ji bejahî ve kete tevgerê. Hêzên me bi sabotajê li dagirkeran dixwestin li Girê Şehîd Şemdîn bi cih bibin, xist û 2 dagirker kuştin.
19’ê Nîsanê saet 06:15’an dagirkeran xwestin li Girê Şehîd Çiyager ê li Devera Berxwedanê ya Kurêjahro bi cih bibin, hêzên me yên YJA Starê bi sekvaniyê li wan xist. Di encamê de 2 dagirker hatin kuştin.
19’ê Nîsanê saet 15:30’î hêzên me dest werda dagirkerên ku xwestin ber bi devera Kunîşka ve bi pêş ve biçin. Di encamê de, dagirker neçar man gavekê vekişin.
19’ê Nîsanê êvarê dagirkeran dixwest xwe li devera Berxwedanê ya Kurêjahro bi cih bikin, piştî ku bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê ve hatin kontrolkirin, bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîlayan derb li wan hat xistin. Baskê yekem ê çalakiyê; ji nêz ve li dagirkeran xistin û 4 dagirker kuştin. Baskê duyemîn ê çalakiyê; bi çekên ferdî bi awayekî bi bandor li dagirkeran xistin û dagirkerek kuşt. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin kuûtin û yek ji wan payebilind bû.
Di 19’ê Nîsanê saet 10.00’an de dagirkeran xwest li Girê Şehîd Harûn bi cih bibin, gerîlayan bi sabotajê li wan xist û dagirkerek kuşt.”
BEHDÎNAN