HPG’ê diyar kir ku Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di 17’ê Mijdarê de li Girê Şehîd Bager ê li Çelê li dagirkeran xistiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de gerîlayên HPG’ê li Girê Şehîd Berxwedan ê li Xantûrê bi sûîkastê li dagirkeran daye.

HPG’ê got; “Hêzên me yên Parastiya Hewayî ya Şehîd Delal di 17’ê Mijdarê de bi wesayîtên hewayî yên bê mirov li Girê Şehîd Bager a Çelê ya Colemêrgê li hêzên dagirker daye. Wesayîtên hewayî li hedefa xwe dane û çalakî serkeftî bi encam bûye. Hejmara dagirkerên hatine cezakirin, nehatiye zelalkirin.

16’ê Mijdarê gerîlayan li Girê Şehîd Berxwedan ê Xantûrê yê li Heftanînê bi sûîkastê li dagirkeran daye. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker ya ku di 14’ê Mijdarê de li Qada Bedewê, Girê Şehîd Mûnzûr û gundê Nêrwe ya Zê ketibû nava tevgerê, qedemeyekê xwe vekişand. Dagirker hê jî li qada Kinyanîşê ne.
Heman rojê dagirkeran bi balefirên şer li dora Girê Şehîd Mûnzûr a qada Zê dan.”

ANF/BEHDÎNAN