Li Zê droneyek hate tinekirin

În 8 Adar 2024 - 00:50

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên YJA Starê li herêma Zê droneyeke bombebarkirî tinekirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Zê droneyek hatiye tinekirin, hin çeperên şer çar caran bi droneyên bombebarkirî hatine bombekirin, herêmên Metîna, Zê, Xakurkê û Garê bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatine bombekirin. Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî hatin dayin:

Li herêma Zê

6'ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm droneyeke bombebarkirî li hewayê hate tinekirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker

29'ê Sibatê û 5'ê Adarê li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

5'ê Adarê li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê carekê bi droneyên bombebarkirî hate bombekirin.

Di navbera 1 û 6'ê Adarê de li Herêma Metînayê qadên Bêşîlî, Şêlazê, Dergelê, Bazê, Serê Metîna 11 caran, li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 10 caran, li Herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf, Goşînê, Ava Lolanê û Sinînê 11 caran, li Herêma Garê qadên Neqeba Xêrê, Girê Zengilê, Kanîsarkê, Dêreşê, Deşta Kafya, Girê, Sêdarê 10 caran, li herêma Zê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 2 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.