HPG'ê ragihand ku li herêma Zê di çalakiyên gerîla de herî kêm 9 dagirker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne. HPG'ê diyar kir ku di vî şerî de 2 gerîlayên wan ên bi lehengî şer kirin şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê der barê şer de agahî dan.
Daxuyanî wiha ye: "Operasyona ku artêşa Tirk a dagirker 14'ê Mijdarê li herêma Zê da destpêkirin, hîn jî dewam dike. 14'ê Mijdarê li dijî dagirkerên ku hewl didan li qada Qela Bêdewê bi cih bibin, bi rêbaza sabotajê çalakî hate lidarxistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 dagirker di encama çalakiyê de hatin cezakirin. Lê belê hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn zêdetir e.

15'ê Mijdarê dagirkeran dema xwestin ku ji gundê Nêrwe ber bi qada Tîpa T ve biçin, ketin kemîna hêzên me. Di vê kemînê de derbên giran li dagirkeran hat xistin. Her wiha li djî dagirkerên ku dixwestin li heman herêmê bi pêş ve biçin, ji nêz ve çalakî hate kirin. Hejmara dagirkerên ku li vê derê hatin cezakirin 3 ye. Di vî şerî de hevrêyên me Partîzan û Gabar ên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.

16'ê Mijdarê li dijî dagirkerên ku li Girê şehîd Mûnzûr bi cih bûn, ji nêz ve çalakî hate kirin. Derbên giran li vê koma ji 7 dagirkeran hate xistin, di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha konekî li ser heman girî hate îmhakirin. Nehate tespîtkirin ku çiqas dagirker li vir hatin cezakirin."

ANF/BEHDÎNAN