Li Zê 3 dagirker hatin kuştin

Yekşem 24 Nîsan 2022 - 22:33

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn ku li Zê (Zapê) di çalakiyên gerîlayan de 3 dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn ku li Zê (Zapê) di çalakiyên gerîlayan de 3 dagirker hatine kuştin. HPG'ê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 22'ê Nîsanê saet di 14:30'î de artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî yên li qada berxwedanê ya Girê Karker bi balafiran 6 caran bombe kir û piştre xwest bi pêş ve biçe. Bi destwerdana xurt a hêzên me re şer qewimî û dagirker neçar man qonaxekê vekişin. Heman rojê saet di 17:40 û 19:10'an de dagirkeran careke din xwest ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin, hêzên me jî bi rêbaza sabotajê, bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran xist. Di encama destwerdana xurt a hêzên me de herî kêm 3 dagirker hatin kuştin, dagirkerek jî birîndar bû.

22'ê Nîsanê saet di navbera 22:00-01:00 de çeperên şer ên li qadên berxwedanê yên Karker, Şikefta Birîndara û Girê Ortê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Li qadên berxwedanê şerê di navbera hêzên me û dagirkeran bi rengekî giran dewam dike.

22'ê Nîsanê saet di navbera 22:00-01:00 de artêşa Tirk a dagirker xwest hêzên xwe bi helîkopteran li quntarên Çiyayêreş, Girê Rûbar û Girê Kovî deyne.

Bi destwerdana hêzên me re şer qewimî û hîn jî dewam dike.

22'ê Nîsanê saet di navbera 22:00-01:00 de li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de hejmara dagirkerên hatin kuştin û yên birîndar bûn zelal nebû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.