• HPG'ê ragihand ku doh destê sibehê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Zê dest bi operasyonê kir, 3 çalakiyên sabotajê kirin.

HPG'ê ragihand ku doh destê sibehê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Zê dest bi operasyonê kir, 3 çalakiyên sabotajê kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên dawî yên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye: "Sibeha 14'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker li herêma Zê ji qada Kinyanişê heta Dola Bîra dest bi operasyonê kir û qada Kinyanişê bi balafirên şer bombarduman kirin.
Ev operasyon 15'ê Mijdarê heta Qela Bêdewê û Girê Şehîd Mûnzûr berfireh kir. Li qada Qela Bêdewê li dijî dagirkerên ku derketin operasyonê bi rêbaza sabotajê 3 caran çalakî hate kirin. 3 mayin bi dagirkeran hat teqandin û gelek dagirker hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn. Dijmin operasyonê hê didomîne.
Artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî pêk anî. 13'ê Mijdarê, li Zê, Qendîl û Xakûrkê, 14ʼê Mijdarê Metîna bombardûman kir.

ANF/BEHDÎNAN