Li Zapê dagirkerek hate kuştin

Duşem 7 Cotmeh 2024 - 02:55

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di encama çalakiyeke sekvaniyê de dagirkerek hate cezakirin. Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya hPG'ê de hate ragihandin ku dagirkerek hate cezakirin û dewleta Tirk a dagirker jî di navbera 3 û 5'ê Cotmehê de li hemberî gerîla herî kêm 13 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 30 caran bi balafirê şer, 45 caran jî bi helîkopterên êrîşê bombardûman kiriye. Li gorî daxuyaniyê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

3'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran dest li kepçeyên dagirkeran hate werdan ku bi armanca leşkerî hewl didan rê çêbikin. Di encama çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

4'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

4'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bikevin çeperê. Piştî vê çalakiyê liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li Herêma Cûdî

26'ê Îlonê hêzên me yên li Heftanînê bi çekên giran li qereqola Silîp a li herêma Cûdî xistin.

4'ê Cotmehê hêzên me yên YJA Starê yên li Heftanînê bi çekên giran li qereqola Silîpê ya li herêma Cûdî xistin. Roketeke li kamelyaya dagirkeran ket, lê belê hejmara dagirkerên hatin cezakirin nehate zelalkirin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

3'ê Cotmehê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

3 û 5'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

4 û 5'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

4 û 5'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

3, 4 û 5'ê Cotmehê li Herêma Garê qadên Sêdarê, Deşta Kafya, Deriyê Hirçê, Sipîndarê, Sîserê 15 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî 4 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî; Girê Bahar û Girê FM'ê 5 caran, li Herêma Qendîlê Qada Girê Savaş 2 caran, li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Xinêreya Jor, Berbizinê 4 caran; bi giştî 30 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

3, 4 û 5'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolan, Girê Şekîf û Sinînê 5 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna û Golkayê 23 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yê Girê Bahar, Girê Amediyê 18 caran; bi giştî 46 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.