Di çalakiyên gerîla yên li Zapê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, derb li çeperekê û mobesseyekê hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl

26'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

26'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

26'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkerên ku bi piştgiriya PDK'ê bi kepçeyan rê ber bi tunelên şer ve çêdikirin, bûn hedefa çalakiya sûîqestê. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, pêşî li liv û tevgera kepçeyan hate girtin.

26'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê derb li kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate xistin.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

26'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel ê Metînayê çeperên şer carekê bi droneyeke bombebarkirî û çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 4 caran bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

26'ê Cotmehê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran, li herêma Garê Qada Deşta Kafyayê 2 caran, li herêma Xakurkê Qadên Ava Lolanê û Kendakolayê 4 caran, bi giştî 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

27'ê Cotmehê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.

BEHDÎNAN