Li Zapê 3 dagirker hatin kuştin
Duşem 30 Çile 2023 - 00:22
Tîmên bi tevger li qadên Çemço û Sîdayê 3 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin, kepçeyek jî îmha kirin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Di çalakiyên ku bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger hatin kirin sw, 3 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de dagirkerek birîndar bû û kepçeyek hate tinekirin.
Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 6 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir."
Li herêma Zê (Zapê)
28'ê Çile saet di 12:00´an de, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li qada Çemçoyê xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.
28'ê Çile saet di 10:50'î de, kepçeyeke dagirkeran ku li nêzî gundê Sîdayê hewl dida çeperên berxwedanê yên gerîla hilweşîne, bû hedefa tîmên me yên bi tevger. Di encama çalakiya ku bi çekên giran hate kirin de, dagirkerek hate kuştin, dagirkerek birîndar bû û kepçe jî hate îmhakirin.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
28'ê Çile, dagirkeran hewl dan bi kepçeyan çeperên bexwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê birûxînin.
28'ê Çile, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
28'ê Çile, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê û qada Çemçoyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."
BEHDÎNAN