Li Zapê 2 leşkerên din hatin kuştin

Şemî 21 Çile 2023 - 00:17

Hêzên gerîla li Zapê çalakî kirin û di encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çalakiyên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger de, 2 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê 16 caran bi çekên kîmyewî, 8 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombardûman kir. Di heman demê de 5 caran bi balafirên şer bombe li qadên gerîla barandin.”

 

Li herêma Zê (Zapê)

19'ê Çile saet di 20:00´an de, tîmên me yên bi tevger dest li helîkopterên êrişê werdan ku hewl dan bombeyan li derdora qada Çemço û gundê Sîdayê bibarînin. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê biçin.

20'ê Çile saet di 01:30'î de, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkerên li qada Çemçoyê xist û dagirkerek ceza kir.

20'ê Çileyê saet di 05:20'î de, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li qada Çemçoyê dagirkerek ceza kir.

 

Li herêma Metîna

19'ê Çile saet di 12:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

 

Sûcên dewleta Tirk a dagirker

19'ê Çile, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Qada Çemço û Sîdayê, ji serê sibehê heta nîvê şevê 16 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

19'ê Çile qadên Sinînê û Goşînê yên Xakurkê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.