Li Zapê 2 dagirker hatin kuştin

Çarşem 9 Cotmeh 2024 - 02:55

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê di çalakiyên dijî dagirkeran de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

6'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

7'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

7'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

7'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li wesayiteke ji malzemeyên lojîstîkî yên dagirkeran hate xistin.

7'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Metînayê

6'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li kepçeyeke dagirkeran hate xistin. Piştî çalakiyê liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

6 û 7'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

6 û 7'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Rostê, Xinêreya Jor, Lolan, Sinînê, Şehîd Şerîf 8 caran, li Herêma Garê qadên Dêreşê, Zêvkê, Rêbînê, Yekmalê, Zengil, Girê Reşît, Deşta Kafya, Girê, Sîser, Sêdarê 19 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê 3 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

6 û 7'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 13 caran, li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Girê Şekîf û Lolanê 8 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Golka, Dergelê 7 caran, bi giştî 28 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.