Li Zap û Metînayê çalakiyên gerîla
Pêncşem 6 Sibat 2025 - 03:00
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metînayê yekîneyên gerîla li dijî dagirkeran gelek çalakî lidar xistin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta dagirker 28 caran bi balafirên şer û 6 caran caran jî bi helîkopterên êrîşê qadên gerîla bombebaran kir. Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker, ev agahî hatin dayîn:
Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê
31’ê Çileyê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Çalakî ji aliyê YJA Starê ve hatin lidarxistin.
31’ê Çileyê drona bombebarkirî ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.
1’ê Sibatê projektoreke dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi taktîka sekvaniyê hate îmhakirin.
3’yê Sibatê kamerayeke mobesse ya dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û sensorek bi taktîka sekvaniyê hatin îmhakirin.
3’yê Sibatê bi çekên giran li çekeke obus a dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.
5’ê Sibatê dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Neqeba Azadiyê bi helîkopteran 3 caran leşkerî danîn. Hêzên me bi çekên giran 5 caran mudaxileyî helîkopteran kirin.
Herêma Metîna
31’ê Çileyê dema dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ketin tevgerê, bi çekên ferdî derbe lê hate xistin, tevgera wan hate rawestandin.
31’ê Çileyê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê hate xistin.
31’ê Çileyê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna hate xistin.
4’ê Sibatê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna hate xistin û derbe li çeperekî hate xistin.
Sûcên şer ên artêşa Tirk
31’ê Çileyê di 2 û 4’ê Sibatê de tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 10 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.
31’ê Çileyê û 2’yê Sibatê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya herêma Metînayê 2 caran bi çekên kîmyewî, 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 3 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombebarankirin.
Di navbera 31’ê Çileyê û 4’ê Sibatê de Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Şehîd Şerîf, Goşînê, Sinînê, Kendekola yên herêma Xakurkê 11, qadên Hefttebax, Deşta Kafya, Zêvkê, Dêreşê, Ergenê, Girê Mesken, Girê Zengil, Mêranê, Yekmalê, Girê Reşîd ên herêma Garê 12, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Amediyê yên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 5; bi giştî 28 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
1 û 4’ê Sibatê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 6 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”
BEHDÎNAN