Li Xakurkê derba sîleha giran xwarin
În 3 Sibat 2023 - 00:33
Tîmên bi tevger ên YJA Starê li herêma Xakurkê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye;
Li herêma Zê (Zapê)
1'ê Sibatê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
29, 30, 31'ê Çile û 1'ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê, qada Çemço û li nêzî gundê Sîdayê çeperên berxwedanê yên gerîla bi dehan carî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."
BEHDÎNAN