Li Xakurkê brûska gerîla

Çarşem 18 Gulan 2022 - 22:18

  • Di çalakiyên gerîla yên li Xakurkê de 14 û 16´ê Gulanê 28 dagirker hatin kuştin û 17 Gulanê jî bi derbên gerîlayan 14 dagirkerên din hatin kuştin. dewleta Tirk dîsa rê bir nemerdiyê û di rojekê de 44 caran gazên kîmyewî li dijî gerîla bi kar anîn.

HPG'ê ragihand ku li Xakurkê di çalakiyên 14 û 16´ê Gulanê de 28 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin. HPG'ê da zanîn ku 4 gerîlayên wê yên qehreman jî şehîd bûne. HPG´ê bi daxuyaniyeke din da zanîn ku di çalakiyên gerîla yên 17´ê Gulanê de jî 14 dagirker hatine kuştin.

HPG´ê da zanîn ku 17´ê Gulanê 44 caran li hemberî çeperên şer û tunelên li Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encamên çalakiyên gerîla yên li Xakurkê eşkere kir. Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Hêzên me, li herêma Xakurkê li dijî dagirkeran bi ruhê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê çalakiyên xurt li dar xistin. Di çalakiyan de bi giştî 28 dagirker hatin kuştin, hevrêyên me Rustem, Lezgîn, Egîd û Dijwar şehîd bûn.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa van çalakiyan kir:

Reoyek tevî  14 dagirkeran hat îmhakirin

“14'ê Gulanê saet di 00:30'î de li dijî dagirkerên li devera navbera gundên Lêlikan û Dayla yên Xakurkê de, bi rêbaza sabotajê çalakî hate kirin. Di encamê de wesayiteke tîpa Reo ya dagirkeran bi temamî îmha bû û 14 dagirkerên tê de hatin kuştin.

Di şeva 15-16'ê Gulanê de saet 00:00, li devera Girê Lêlikan ê herêma Xakurkê, li hemberî girekî ku dagirker lê bûn, çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hate lidarxistin. Hêzên me bi du baskan xwe berdan nava hêzên dijmin. Di demeke kurt de mîna birûskê hemû çeperên dagirkeran ên li ser gir hatin îmhakirin û hêzên me bêyî ku windahiyan bidin, gir bi temamî fetih kirin. Li vê derê çûn ser 12 cenazeyên dagirkeran. Di dema vekişînê de li derdora gundê Herkarê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî û heta serê sibehê dewam kir. Di vî şerî de 2 dagirker hatin kuştin. Hevrêyên me Rustem, Lezgîn, Egîd û Dijwar, bi lehengî şehîd bûn. Ew bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin de çûn, bi afirîneriya taktîkê di demeke kurt de çeperên dijmin fetih kirin û di vê çalakiyê de bi giştî 14 dagirker kuştin.”

Di rojekê de 44 caran jehr barandin 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ji bo şerê 17´ê Gulanê got, “Hêzên me yên li Qadên Berxwedanê hesabên dagirkeran pûç dikin û li Qadên Berxwedanê înisîyatîf di destê hêzên me de ye. Artêşa Tirk a dagirker gelekî ditengije û li hemberî çeperên şer û tunelên gerîlayan çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev ne êrişên normal in û divê tu kes van êrişan weke tiştekî edetî nebîne. Di 17’ê Gulanê de 44 caran li hemberî çeperên şer û tunelên li Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Hêzên me li hemberî van êrişan derb li dagirkeran dan. Di çalakiyên hêzên me de 14 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker hatin birîndarkirin û 3 dron hatin xistin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîla yên 17´ê Gulanê kir:

Li herêma Avaşînê

Saet di 12.00 û 14.05’an de dema ku dagirkeran xwest Qada Berxwedanê ya Werxelê bi çekên kîmyewî bomberdûman bikin, hêzên me bi çekên giran û sabotajê li wan da. Di van çalakiyan de dagirkerek hatin kuştin û 3 dagirker jî birîndar bûn.

Dagirker neçar man qedemeyekê vekişin. Dagirkeran Qada Berxwedanê ya Werxelê 15 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bomberdûman kir.

Li Herêma Zê (Zapê)

Saet di 13.00’na de dagirkerên li dora çeperên şer ên Kevirêkun ê Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran du caran bûne hedefa hêzên me.

Hêzên me bi sekvaniyê 2 dagirker kuştin.

Di 07.20’an de dagirkeran dema ku xwest ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran ve werin, hêzên me ev dagirker kontrol kirin, bi çekên ferdî û çekên giran derb li wan da. Dagirker neçar qedemeyekê vekişiyan. Hêzên me li 2 dronên li ser qadê dan û ev dron xistin xwarê. Nîvrojê, hêzên me bi çekên giran, yên sekvaniyê û sê caran jî bi sabotajê li dagirkeran da. Li vir 8 dagirker hatin kuştin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker neçar ma ku êvarî kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterê ji deverê derxîne. Hêzên me li van helîkopteran jî da û helîkopter neçar man ji deverê derkevin.

Gerîla sîleha wan bi wan de teqand 

Saet 09:30’an hêzên me dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Hewrê yên li qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn kirin armanc û bi sabotajê li wan da. Di vê çalakiyê de teqemeniyên dagirkeran ên beriya niha ji aliyê hêzên me ve hatibûn desteserkirin, hatin bikaranîn. 3 dagirker hatin kuştin.

Saet 12:10’an dronek li qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye xistin.

Di 17’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker, çeperên şer ên Şehîd Hewrê û Şehîd Berxwedan ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn û çeperên Girê Cehenem ê girêdayî Qada Berxwedanê ya Çiyareş 29 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe kir.

 

Fedaiyên ji Rojhilat û ji Bakur

HPG´ê qehremanên Xakurê yên şehîd jî bi bîr anîn. HPG´ê ji bo şehîd Rustem Qendîl got, “Hevrêyê me Rustem li bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Sala 2013'an tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û ji bo li ser xeta lehengiyê bimeşe, navê Rustem li xwe kir.

Di îdeolojiya partiyê de kûr bû, weke milîtanekî Apoyî yê fedaî xwe di hunerê şer de bi pêş ve bir. Di asta fermandarê yekîneyê de çû Xakurkê.

Hevrêyê me Rustem ku li dijî dagirkeran xwedî hêrseke mezin bû, bi wêrekiyeke mezin, weke fermandarekî Apoyî pêşengî ji çalakiya şeva 16'ê Gulanê re kir.” 

HPG´ê ji bo şehîd Lezgîn Bawer got, “Hevrê Lezgîn li Hezexa Şirnexê ji dayik bûye û ji eşîra Harûna ye. Sala 2013’an tevlî nav refên gerîlayan bû. Li Garê, Qendîl û Xakurkê maye. Wekî fermandarê tîmê peywir stendiye û herî dawîn çû Xakurkê. Di çalakiyên li hemberî dagirkeran de wî tarza şerê gerîlayên gerok baş bi kar aniye û bûye yek ji fermandarê serdemê.”

HPG´ê ji bo şehîd Egîd Rojhilat got, “Hevrê Egîd li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji ber ku birayê wî tevlî nav gerîlayên azadiya Kurdistanê bûye, wî jî di zaroktî de têkoşîna azadiya Kurdistanê nas kiriye. Sala 2006’an de dema ku birayê wî Xemgîn Rojhilat li Cûdî şehîd bûye, hêrsa hevrê Egîd jî zêdetir bûye û sala 2014’an li Serhedê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Piştî perwerdehiya şervanên nû ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê wî îdeolojiya Apoyî û PKK’ê ji nêz ve nas kiriye û li Xakurkê gerîlatî kiriye. Li Xakurkê jî bi kelecaneke mezin tevlî nav pratîkê bûye.”

Ji bo şehîd Dijwar Ertûşî jî HPG´ê got, “Hevrê Dijwar ji eşîra Ertûşî ye, li Taxa Xaçortê ya Wanê mezin bûye. Sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd êrişeke qirkirinê da destpêkirin heval Dijwar jî tevlî nav refên gerîla bûye. Hevrê Dijwar li qada Xakurkê dest bi pratîkê kiriye û roj bi roj bûye xwedî tecrûbe.”

HPG´ê ji malbatên şehîd Rustem, Lezgîn, Egîd û Dijwar re û ji gelê Kurd re sersaxî xwest. 

Nasnameyên şehîdan

- Rustem Qendîl (Daniş Perwîzî) yê li Kamyaranê ji dayik bûye, kurê Jîla û Esed, 16'ê Gulana 2022´yan li Xakurkê şehîd bû.

- Lezgîn Bawer (Bawer Nas) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Sedef û Omer, 16'ê Gulana 2022´yan li Xakurkê şehîd bû.

- Egîd Rojhilat (Kawa Îsmaîlî) yê li Ûrmiyê ji dayik bûye, kurê Xetîce û Şemseddîn, 16'ê Gulana 2022´yan li Xakurkê şehîd bû.

- Dijwar Ertûşî (Nûrûllah Gul) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Hemra û Nezîr, 16'ê Gulana 2022´yan li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.