Li wir zilm li wan tê kirin

Duşem 22 Tebax 2022 - 21:33

  • ÎHD ya Rihayê dibêje, dewleta Tirk li daxwaza edaletê ya malbata Şenyeşar aciz e û got, “Heke hûn nikarin edaletê pêkk bînin, qet nebe bihêlin mirov dengê xwe ragihînin.” 

Nobeta edaletê ya Dayê Emîne Şenyaşar di roja 533´an de dewam dike. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê, Mustafa Vefa doh bi malbata Şenyaşar re nobeta edaletê girt û got, “Dewlet ne li cem mezlûman e, bi vê dosyeyê nîşan da ku ew li dijî mezlûman e.”

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar 9’ê Adara 2021’ê li pêşiya Edliyeya Rihayê dest pê kiribû û îro di roja 533’yan de ye. Ji ber ku polês ji 8’ê Tebaxê ve nahêlê ku malbat li bin siyê çalakiya xwe dewam bike, dayik û kur, yanî Emîne û Ferîd Şenyaşar ji navçeya Pirsûsê, bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re li “Quncika Edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kirin. Malbatê doh bi endamên komeleyê re nobeta xwe girt. 

Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê Mustafa Vefa di çalakiyê de got, “Heta kesên ku guhên xwe li me û edaletê kerr dikin, vê qêrînê bibîhisin, em ê daxwazên wan dîsa û dîsa bînin ziman. Ev 532 (îro 533) roj in daxwazeke malbatê heye lê ne bersivek tê dayîn û ne jî muxatebek tê dîtin. Li pêş çavên rayedarên dewletê, komkujiyek pêk hat. Di wê komkujiyê de malbata Şenyaşar hate tinekirin. Ev komkujî li pêş kamerayan, walî û midurê polêsan pêk hat. Nêzî 4 salan e di dosyayê de ti bipêşketin nîne. Dewletê careke din nîşan da ku ne li cem mezlûman e, lê li dijî wan e.”

Polês welatiyan tacîz dikin

Vefa bi bîr xist ku polêsên dewleta Tirk welatiyên destekê didin malbatê jî tacîz dikin: “Bi tirs û zextê hewl didin mirovan çavtirsandî bikin. Daxwaza malbatê daxwaza me hemûyan e û Emîne Şenyaşar jî bû zimanê me hemûyan. Dayikê doh (pêr) xwest biçe pêşiya edliyeyê, lê bi her cûre astengiyan destûr nedanê. Heman tişt îro (doh) jî qewimî. Dîsa xwest li pêş edliyeyê rûne. Ji bo malbatî yek çareserî heye, ew jî rûniştina li pêş edliyeyê ye. Çima ji vê rewşê aciz in, em nizanin. Heke we bingehê milk li ser edaletê dabe rûniştandin, divê hûn daxwaza malbatê jî bi cih bînin. Hûn ev qasî meselê dirêj dikin, û ev jî nîşan dide ka hûn çiqasî ji edaletê dûr in. Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin, qet nebe bihêlin bila mirov dengê xwe ragihînin.”
 
Dev ji piştgiriyê bernedin 

Emîne Şenyaşarê xwest piştgiriya ji bo çalakiya wan dewam bike: “Li vir zilm li me tê kirin. Piştgiriyê bidin me.

Bila her kes ji hev du re bibêje û piştgiriya me bikin.”

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.