• Rûniştina doza girtiyên Behdînanê mamoste Bedel Berwarî û Umîd Barûşkî jî hat taloqkirin. Malbatan û piştgiran nerazîbûn nîşan da û neheqiya li wan têkirin li devê deriyê Dadgeha Hewlêrê rûreş kir. Rojnamevanê girtî Şêrwan Şêrwanî jî got, rewşa hinan ji girtiyên di greva birçîbûnê de ji ber ku avê venaxwin, xirab e.

REWŞAN DENIZ

Ji 6’ê Îlonê ve hema hema tevahiya 81 girtiyên Behdînanê di greva birçîbûnê de ne. Ji cezakiriyên Behdînan rojnamevan Şêrwan Şêrwanî ji CPT re got, hin girtî avê jî venaxwin û rewşa wan giran e. Wî bang li xelkê kir ji bo çalakiyên li ber Hepsa Asayîşê ya Hewlêrê. Doza mamoste Bedel Berwarî û Umîd Barûşkî jî hat bipaşvexistin. Kurdê mamoste Bedel Berwarî bang li serokwezîrê hikûmeta Hewlêrê Mesrûr Barzanî kir da ku yan delîlan nîşan bide yan jî wan girtiyan berde.

Doh diviyabû ji girtiyên Behdînanê Umîd Barûşkî û Bedel Berwarî li Hewlêrê bihatana dadgehkirin. Her du jî li şûna xwepêşandanan bi tohmetên derew ên weke sîxûrî û sabotajê tên gunehbarkirin. Lê tevî ku sal û meheke di hepsê de ne, rûniştina doza wan jî hat taloqkirin û qaşo divê êdî 12 Cotmehê pêk bê. Li ber dagehê xwepêşandaneke piştgiriyê bi girtiyên Behdînanê re hat lidarxistin. Rêxistina Silhê ya Xirîstiyan CPT’ê hem ji bo her du aktîvîstan û hem jî ji bo girtiyên mayî yên Behdînanê doza dadgehkirina adil kir da ku karibin li malbatên xwe bi saxî û silametî vegerin.

Şêrwan Şêrwanî: Rewşa hin girtiyan giran e

Ji rojnamevanên girtî û pêncşemê ji hepsa lê sirgûnkirî, Şêrwan Şêrwanî karî pêr peyameke deng bişîne ji CPT’ê re. Li gorî CPT’ê ji raya giştî re eşkere kir, Şêrwan Şêrwanî got, hema hema temamê 81 girtiyên Behdînanê di greva birçîbûnê de ne. Şêrwan Şêrwanî da zanîn ku hin ji grevvanan avê jî venaxwin, û bang li xelkê Kurdistanê kir da ku li derveyî hepsê bi çalakiyan piştevaniya xwe ya bi girtiyan re nîşan bidin. Şêrwan Şêrwanî ji CPT’ê re got, ew nexasim jî ji bo hevalên xwe yên li Hepsa Asayîşê yên ku heta hiha nehatine dadgehkirin, gelek fikaran dike.

NRT TV hejmara grevvanan weke 72 dide zanîn. Li gorî nûnerê malbatên girtiyên Behdînanê, Ayhan Seîd Emer, greva birçîbûnê ya li dijî êşkence û neheqiyên li girtiyên Behdînanê kiriye ku rewşa hinekan ji grevvanan niha gelekî ne baş bibe.

Hîna nû, 6’ê Îlona bihurî du komên ji van girtiyan yên mamoste û aktîvîstan, diviyabû li Hewlêrê bên dadgehkirin. Dadgehê doza wan bi paşve xist û girtina wan a bê dadgehkirin bi vî awayî dewam kir. Li ser vê hem girtiyên diviya bên dadgehkirin û hem jî girtiyên mayî û her pênc mehkûmên Behdînanê, bi giştî 81 kes ketin greva biçîbûn ya bêdem.   

Yek ji girtiyên Behdînanê, Eyaz Kerem pêncşema bihurî bi peyameke deng dabû zanîn ku PDK´ê ji ber greva birçîbûnê rojnamevan Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî, û aktîvîst Şivan Seîd û Herîwan Îsa sirgûnî Hepsa Giştî ya Hewlêrê kirine, û tevî ku girtiyan dixwest li cem hev bin, ew ji hev veqetandine.  

Hewldan ji bo zext li Hewlêrê bê kirin

Nûnerê malbatan Ayhan Seîd Emer ji NRT TV re peyivî û bang li Neteweyên Yekbûyî, Parlamena Bexdayê, Parlemana Hewlêrê, nûneriyên welatên din ên li Hewlêr û Bexdayê û rêxistinên mafê mirovan kir. Wî got,divê ew biçin dîtina girtiyan û zextê li rayedarên PDK’ê bikin da ku mafê girtiyan ên hiqûqî bên misogerkirin. Ayhan Seîd Emer ji bo vê daxwaza xwe yekser bigihîne nûneriyên li Bexdayê, tevî heyetekê doh û pêr li Bexdayê jî bû.   
Gava ji NRT TV re peyivî, Ayhan Seîd Emer got, mafên girtiyan tên binpêkirin:

-Mafê dîtina malbat û parêzeran
Mafê ji hepsa asayîşê şandina hepsên infaza ceza

-Mafê birêvebirina rûniştina û bi dawîkirina wan

-Miameleya bi dozan re li gorî qanûnan, nexasim jî li gorî Qanûna Hejmar 11 ya Birêxistinkirina Xwepêşandanan li Herêma Kurdistanê.

Wî di dewamê de got, “Ew bê guneh in û ji ber fikrên wan cuda ne hatin girtin, û ev yek tehlûkeyeke ji bo pêvajoya demokratîk a Herêmê û zirarê dike li navê Herêmê.” 

Çend, çi û çima?

Ji van 81 girtiyên Behdînanê, tenê 5 heta niha hatine dadgehkirin. Dadgeha Hewlêrê Sibata bihurî bêyî ku delîl hebin, cezayên giran li wan birrîn.

Bi sîxuriyê ew gunehbar kirin û 6 sal cezayê hepsê li wan birrî. Şêrwan Şêrwanî yê rojnamevan jî di nava van mehkûman de ye. Her pênc jî tenê beşdarî xwepêşandanan dibûn yan jî weke rojnamevan û endamên rêxistinên civaka sivîl ev xwepêşandanên xelkê dişopandin. Mamosteyên nerazî, welatiyên nerazî li dijî biryarên hikûmeta PDK´ê ev xwepêşandan havîn û payîza par li dar dixistin. 

7’ê Tebaxa bihurî parêzerên girtiyan bi daxuyaniyekê raya giştî agahdar kiribûn û gotibûn, li Hepsa Asayîşê ya li Hewlêrê êşkence li girtiyên Behdînanê tê kirin. Parêzeran her wiha dabû zanîn ku rayedarên PDK´ê zexteke misêwa ya mezin li van girtiyên siyasî dikin û mafên wan ên qanûnî jî bi vî rengî eşkere binpê dikin. 

PDK´ê havîn û payîza par di dema xwepêşandanan de yan jî piştî xwepêşandanan bi avêtina ser malan, bi dehan kes li Behdînanê girtibûn. Ev kes li Hewlêrê li hepsa asayîşê tên ragirtin ku bi temamî ser bi PDK´ê ye. Asayîşa Dihokê ya ku ew girtin jî ya PDK´ê ye.

 

Sipêde çavê xwe venekirin

Kurê ji girtiyên Behdînanê mamoste Bedel Berwarî, Arî Berwarî li ber Dadgeha Hewlêrê, piştî bipaşvexistina rûniştina doza bavê xwe, daxuyaniyek da. Wî afîşeke li ser nivîsandî, “Azadî bo mamoste Bedel Berwarî” hilgirt û got, “Guneh e, welehî guneh e. Piçekî li wicdanê xwe bizîvire, piçekî xwedê bîne bîra xwe Kak Mesrûr. Mamekî min ser textê xestê, weraqek nivîsand bi destê xwe, got, ez di bextê Xwedê de, bes birayê min du rojan bînin, wezhê min gelekî xerab e. Heçko mamê min mirina xwe dîtibû ku tê. Mamê min mir û çû, babê min nedît Kak Mesrûr! Ev gunehe, gelek e Kak Mesrûr. Dayka Şêrwan Taha Emînî çû ber deriyê Asayîşê, got, ji qedrê Xwedê re, bes du deqan ez kurê xwe bibînim. Nehêlan. Bi ser wan kul û kovanên ser dilê xwe çû malê, Sipêdê çavê xwe venekirin û kurê xwe nedît. Kak Mesrûr, di bextê Xwedê û pêxemberan de, piçekî li wicdanê xwe bizîvire. Kak Mesrûr, bi Xwedê em Kurd în, em ji Somalê û Efxanistanê nehatîne. Bi xwedê bab û bapîrên me jî weke hewe, xebat kirîn, şehîd dan. Çikû bes me du kelîmeyên azadiyê, rastiyê gotin. Bavê min bes mûçeyên dirust û mûçeyên paşketî xwestin. Nezanîn çi jê kin. Geh wek alîgirê YNK´ê, geh weke yê Şasiwarî, geh weke yê PKK´ê nîşan dan, herî dawî kirin alîgirê Kazimî. Yanî her hincet anîn serê. Me delîl divê, delîl Kak Mesrûr.“