Bi qesd li sivîlan xist

Duşem 23 Gulan 2022 - 22:36

  • Nûneriya Komîteya Aştiya Civakî (CPT) ya Iraqê doh bi daxuyaniyekê behsa êrişa dewleta Tirk a li dijî gundê Tûteqal ê Axcelerê kir. 

Nûneriya Komîteya Aştiya Civakî (CPT) ya Iraqê doh bi daxuyaniyekê behsa êrişa dewleta Tirk a li dijî gundê Tûteqal ê Axcelerê kir. Li gorî agahiyên CPT’yê, êriş eşkere sûcekî din ê şer ê dewleta Tirk e. CPT dide zanîn ku 21’ê Gulanê, du welatiyên xwestibûn bi hewara 3 gerîlayên birîndar ve biçin, 4 saetan piştî êrişa yekem hatine bombekirin. Di êrişê de her du welatî û 3 gerîlayên birîndar jî li gorî CPT’yê jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniya saziyê ya elaqedarî êrişê wiha ye:“21’ê Gulanê, balefirên şer ên dewleta Tirk gundê Tûteqal ê ser bi nehiyeya Axcelerê saet 5:15’ê sibehê bombe kirin. Saet 9:00’ên sibehê de muxtarê Tûteqal, Aram Hacî Kake Xan, û bûrayê wî Ismaîl Ibrahîm, çûn cihê ku beriya hingê hatiye bombekirin.

Wan dît ku li wir 3 gerîlayên PKK’ê li cihê bombebaranê birîndar in. Aram hewl da birîdaran bi maşîna xwe bibe nexweşxaneya Axcelerê. Lê belê droneyên Tirk maşîn saet 9:35´ên sibehê bombe kir; ew, bûrayê wî û her sê gerîla qetil kirin.”

Li gorî vî rengê birêveçûna êrişê, êriş eşkere sûcekî şer e, ku yekser sivîlan dike hedef, hem jî birîndaran bombe dike. 

Saxfilitiyên Enfalê şehîd kirin 

Nûneriya Iraqê ya CPT´yê wekî din dide zanîn ku Aram û Ismaîl ji saxfilitiyên qirkirina Enfalê bûne û ji malbatên wan bêhtirî 80 kesî di qirkirina Enfalê de şehîd bûbûn. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.