• Dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bi hevkariya PDK’ê êrişa ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, bi awayekî fermî ragihand.

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) bi daxuyaniyekê ragihand ku beriya êrişa dewleta Tirk dest pê bike, 50 caran gundên derdora Şêladiz, Dêrelok û Kanî Masiyê hatine bombebaran kirin. CPT’iyê xwest tavilê bombebarana li ser Herêma Kurdistanê were rawestandin.

Dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bi hevkariya PDK’ê êrişa ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, bi awayekî fermî ragihand. Ji doh bi şev ve dewleta Tirk bi hêz û teknîka xwe hemûyî Zê, Metîna û Avaşînê bombebaran dike. 

Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan (CPT) derbarê êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk de daxuyaniyek da û got, “Doh bi şev artêşa Tirk operasyoneke leşkerî û nû li herêma Avaşîn, Zê û Metîna yên di nav sînorên Dihoka Herêma Kurdistanê de dest pê kir. Beriya ku operasyon dest pê bike, 50 caran gundên derdora Şêladizê, Dêrelok, Kanî Masiyê hatin bombebarankirin. Bi dehan leşkerên Tirk jî bi helîkopteran daketin ser çiyayên devera Nêrwe û Rêkan.”

CPT’iyê di dawiyê de banga rawestandina êrişa dewleta Tirk a li dijî Herêma Kurdistanê kir û xwest êdî welatiyên sivîl nekevin metirsiyê.” 

SILÊMANÎ