Ji bo Îmraliyê doz li CPT’yê kirin
Pêncşem 7 Nîsan 2022 - 22:15
- Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Girtîgeha Îmraliyê miracaetî CPT’yê kir û wan xwest CPT demildest biçe Îmraliyê.
Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Girtîgeha Îmraliyê miracaetî CPT’yê kir û wan xwest CPT demildest biçe Îmraliyê.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê beriya niha xwestibû ku ev sazî bikevin nava liv û tevgerê. Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Rêber Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin, ketin nav liv û tevgerê. Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Demokrasiyê ya Ewrûpayê (European Assocation of Lawyers For Democracy & World Human Rights-ELDH), Parêzerên Ji Bo Parêzeran (Lawyers For Lawyers) û AED, ji bo Îmraliyê miracaetî li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) da.
Di serlêdanê de hat xwestin ku CPT demildest biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê û ji bo parêzer demildest hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin, demildest bikeve nav liv û tevgerê.
NAVENDA NÛÇEYAN