PDK tolê ji girtiyên Şêladizê dihilîne

Çarşem 20 Tîrmeh 2022 - 21:27

  •  CPT’ê got; “Bernedana girtiyan tolhildana siyasî ye.”

Şaxê Başûrê Kurdistanê yê Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) ya Emerîkî got, girtiyên li Şêladizê bi qest tên ragirtin, diviyabû beriya Cejna Qurbanê bi şert hatibane berdan, lê ew nehatine berdan. CPT’ê got; “Bernedana girtiyan tolhildana siyasî ye.”

CPT´ê li ber deriyê Dadgeha Hewlêrê derbarê bernedana girtiyên Şêladizê de daxuyaniyek da çapemeniyê.
Endamê CPT´ya başûrê Kurdistanê, Kameran Osman got: “Girtiyên Şêladizê diviyabû di 16’ê Hezîranê de ew bihatana berdan.”

Kameran Osman got, “Emced Rêkanî di girtîgehê de nexweşiya vîrusa kezebê girtiye û siheta wî jî gelekî xirab e, lê nikare biçe doktor.

Ev tolhildana siyasî ya li dijî çalakvanên Şêladizê ye ku xwe parastine. Di dema lêpirsînê de êşkence li wan kirine, neynûkên wan rakirine, elektrîk û ava sar bi kar anîne, ji ber vê yekê rewşa girtiyên li Şêladizê gelek xirab e. Ev tolhildana siyasî ye li dijî çalakvanên Şêladizê.”

Ev 5 çalakvan nêzîkî 19 mehan e di girtîgehê de ne, di 16’ê Gulana 2022’yan de li ser dosyaya van çalakvanan rûniştina dozê pêk hat û dadgehê bi sucdariya ‘hewldana avakirina komeke çekdar, alîkariya PKK’ê û rêxistinkirinên xwepêşandanên tund’ ew tometbar kiribûn. Her 5 girtiyên Şêladizê li gorî madeya 1 ya yasaya hejmara 21 ya sala 2013’an a Parlamena Herêma Kurdistanê du sal cezayê girtîgehê li wan hatibû birrîn.

Her wiha dadger biryara berdana bi şert a 5 girtiyên ku diviyabû di dawiya meha Hezîranê de bihatana berdan, dabû. Lê heta niha nehatine berdan.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.