CPT’iyê êrişên li dijê Hirorê belge dike

Duşem 2 Gulan 2022 - 22:36

  • Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê, dîmenên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser gundê Hirurê yê ser bi Behdînanê belav kir û got, “Gundan jî dike hedef.”

Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê, dîmenên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser gundê Hirurê yê ser bi Behdînanê belav kir û got, “Gundan jî dike hedef.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bihevkariya PDK’ê dewam dikin.

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê (CPT) ya Emerîkî, li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê, dîmenek belav kir. CPT çûye serdana gundê Hirurê ê ser bi bajarê Amêdiyê yê li herêma Behdînanê. CPT´ê dîmenekî zirarên dagirkeriya dewleta Tirk li bvî gundî kirî jî li ser malpera xwe ya twîterê belav kir.

CPT’ê ragihand ku tevî topbarankirina gundan jî, niştecihên gundê Hirurê hîna jî têkoşîna xwe dewam dikin.

Weke ku di dîmen de jî tê dîtin, dewleta Tirk a dagirker cihên şên ên xelkê û baxên welatiyan dike hedef.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.