Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêmên Avaşîn û Heftenînê bi çalakiyan derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftenînê; 18’ê Îlonê saet di 11:00 de hêzên me yên YJA Starê li qada Partîzanê bi çekên giran li dijî dagirkerên li ser girê Qesrokê çalakî li dar xist. Bi rengekî serketî li hedefên diyarkirî hate xistin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê; 18’ê Îlonê saet di 02:00 de li dijî dagirkerên dixwestin ber bi qada berxwedanê ya Werxelê ve biçin, hêzên me bi sabotajê çalakî kir. Dagirker piştî vê çalakiyê merheleyekê vekişiyan. Saet di 02:20, 02:30 û 02:45’an de 3 caran bi teqemeniyan êrişî qada berxwedanê kirin. Dagirkeran piştî van êrişan xwest teqemeniyan û kamerayên mobese li derdora qada berxwedanê ya Werxelê bi cih bikin. Hêzên me careke din bi sabotajê û ji nêz ve bi çekên ferdî li dagirkeran xist. Li vê derê teqemenî û kameraya mobese ya dagirkeran bi hostatî hatin îmhakirin. Di encama çalakiyên bi bandor ên berxwedêrên
Werxelê de pêşî li dagirkeran hate girtin.
Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;
19’ê Îlonê saet di 06:15’an artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin.
12’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker qada Pîrbila ya Heftenînê û derdora gundê Banikê bi obus û hawanan bombe kir û piştre 13’ê Îlonê dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kir. Ev operasyon danê êvarê bêencam ma û dagirker vekişiyan. Ji ber bombardûmana artêşa Tirk a dagirker xisara madî li bax û baxçeyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bû.
18’ê Îlonê saet di 18:40’î de li nehiya Dînartê ya navçeya Akrê gundê Şiyê bi balafirên şer hate bombekirin.
18’ê Îlonê saet di navbera 22:45-00:30’î de qadên Girê Qertal, Stûnê û Geliyê Basya bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
18’ê Îlonê ji saet 16:00 heta sibeha 19’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker qada Kela Qûmriyê ya Metînayê û derdora gundê Hirorê bi obus û hawanên ji qereqolên li ser sînor, bombebaran kir.”
BEHDÎNAN