Li Werxelê stêrk nobedar in!

Nûçeyên Forum

Pêncşem 7 Cotmeh 2021 - 01:05

  • Li Werxelê kes serî natewîne, pelên daran naweşin û hêj kesk û sorin. Li Werxelê di vê payîza dereng de gulên şilêran şîn dibin. Dar û ber ji rika bombeyên kîmyayî her roj li ser koka xwe şîn dibin. Li Werxelê barana rehmetê dibare. Li Werxelê mirin tineye. Kes namire li Werxelê, jiyan hawarê dike li ber guhê wijdanê mirovahiyê.

Xwîn, xwêdan, xak û bêhna barûtê, bi bêhna ked û baweriyê re li hev hatiye di himbêza van çiyan de. Li aliyek ken û kêfxweşî aliyek jî êş û zehmetî. Hemû di reşika çavên we yên xumarîn de asê mane. Wek rondikên zuha bûyî di kortika çavên zarokek sêwî de mirovahiyê şermezar dike ji vê bêdengiyê. Şevek li ber serê we qerimiye keç û lawên Werxelê û hêj destê we li ser tetîkê û berê çeka we li sînga neyar. Roj ji bo ku tînek ji hezkirin bi tîrêjên xwe li rûçikên we bide, dereng diçe ava di nava lat û zinarên Werxelê de. Li Werxelê roj zû hil tê û bêriya berxwedêran dike serê her berbangê ji bo lêvên wan ên qelişî biramûsîne. Li Werxelê stêrk nobedarin heta ber destê sibê. Sibê bi xewê dixin û bixwe dîsa nobedar. Li Werxelê kes serî natewîne, pelên daran naweşin û hêj kesk û sorin. Li Werxelê di vê payîza dereng de gulên şilêran şîn dibin. Dar û ber ji rika bombeyên kîmyayî her roj li ser koka xwe şîn dibin. Li Werxelê barana rehmetê dibare. Li Werxelê mirin tineye. Kes namire li Werxelê, jiyan hawarê dike li ber guhê wijdanê mirovahiyê. Li Werxelê xîret û egîdî heye. Hezkirin di birînên her gerîlayekî de veşartiye bi îradeyek ji pola. Hezkirin di kefa destê keçên Werxelê de dimeye û rehê xwe berdide heta bi kûrahiya dîrokê. 

Hevalê Kamûran her mayînde ye

Şevşevok û nêçîrvanên dizek li dor meydanê digerin, newêrin bikevin nîveka meydanê. Tirsa mirinê hinavê wan rizandiye, bi mehane tama zengarê ditemijînin. Yên tirsonek li dor meydanê û li dor hev dizivirin. Newêrin bikevin vê cengê, ne merd in, ji bo wê bi namerdane bombeyên kimyayî dibarînin. Li gel van hemiyan jî li ber xwe didin keç û lawên vî welatî. Yek ji berxwedêrên Avaşînê  hevrê Kamûran ku şehîd bû di dîmenek xwe de bi henekî gotinek digot ku her çend bi henekî digot lê gelekî bi wate ye.

Digot; “Avaşîn aveke diherike û derbas dibe lê hevalê Kamûran mayînde ye!” xwe gelekî rast pênase kiriye di vê gotinê de. Her wiha rastiya berxwedaniya li wir ewqasî bi alimane pênase kiriye ku mirov şaş û matmayî dihêle. Li Werxelê şopên hezarê salan ên berxwedaniyê hene ku ew jî li ser wan şopan dimeşin. Ruhek zindî li wir her tim mayînde ye wek hevrê Kamûran gotiye, namire û wateya xwe wenda nake. Ya li wir mayînde ye dîsa ew ruhe û ya divê ji wir derkeve û were qewitandin dagirkerin. 

Li Werxelê bê minet şer dikin

Bi mehane Werxelê bi hemû zindî û hebûnên di nava dilê xwe de hewandiye, li ber xwe dide. Ew çima ji bo çi li ber xwe didin yan jî bi çi li ber xwe didin. Di buhara ciwaniya xwe de, hestên herî bedew dijîn ev mirovên aza û xama. Buharên tije evîn pêşkêşî mirovahiyê dikin. Li Werxelê bê minet şer dikin, ji ber wê jî ti çekên dîroka reş a artêşên tarî yên cihanê li ser wan feyde nake.

Pirtikên herî piçûk ên xwezaya wir heta bi mirovan li ber xwe didin. Ji bo welatek heta bi heta di siya mirinê de nefetise, ji bo em jî bibin em, ji yên din derkevin û Kurdbûnek rast mayînde bibe, ew li ber xwe didin. Ji bo em bi koletî nejîn, ji bo bayek azad li welatê me biveze ew bêhna sêvên jehrî berdidin hinavên xwe. Dawî li xewa bi hezarê salan anîne û kêliyekî jî mijangên wan ên westiyayî bi ser hev de nayê. Bi tasek av û qetek nanê hişk li ber serê tifinga xwe pehînê li modernîteya çav birçî dixin û şer dikin. 

Gotina dawî ya şervanên fedayî ye

Çeka wan dil û felsefeya azadiyê ye, xwe bi hemû taybetmendiyên herî hêja û bi nirx ên mirovahiyê bi gurç û pêç kirine. Çeka wan ramana azade û bi wê dijminên jiyanê li bin guhê erdê dixin. Ew zarokên herî hêja, herî bijare û dilnizim ên welatê me ne. Ew zarokên Rêber Apo ne, di vê temenê de fêr bûne ku çawa dilê xwe mezin bikin, dizanin çawa li ber xwe bidin û dizanin di oxira çi de barê giran ê şerê azadiyê radikin ser milê xwe. Hestên berpirsyartiya ku di wan de heye, bê mînake. Di serdemek wiha de ku mirov berpirsyartiyên xwe jî nikarin rakin, van Derwêş û Edûleyan berpirsyartiya dîroka tevahiya mirovahiyê li pişta xwe kirine. Ya li ser sînga wan a fireh giranî dike ne namerdiya djimin, bêdengiye! Ew bi vê bêdengiyê dihesin lê dîsa jî bê minet şer dikin. Xwe li benda tiştekî nahêlin, berpirsyartiya kêliya tê de dijîn, pêk tînin. Di kêliyê de şoreşê li dar dixin û dibin şoreşger. Ji bo netewek heta bi hetayî di tarîtiya faşîzmê de nemîne Werxelê li ber xwe dide. Çarenûsa netewekî û dibe ku gelek netewên din ew dinivsînin bi berxwedaniya xwe. Pergala hezarê salan a mêrê hîlebaz û zalim jî li wir şansê xwe yê dawî diceribîne. Wê çarenûsa wan jî li wir diyar be. Ji ber wê ye ku hemû hêza xwe li wir xistine seferberiyê. Ew li wir dawiya xwe dibînin. Her ku roj û meh dibihore û Werxelê li ber xwe dide, dîroka desthilatdariya hezarê salan jî derbas dibe. Werxelê rawestgeha dawî ya wane. Ji ber gotina dawî wê Werxelê bibêje! Gotina dawî ya şervanên fedayî ye. 

Ma mirov dikare guhê xwe ji vê peyamê re bigire?

Li ser bêtêlê dengê îman û baweriya wan di guhê me hemiyan de zînginiyê dike. Peyamek bi qasî Avaşînê zelal û herikbar. Mirov dikare guhê xwe ji vê peyamê re bigire û xwe ker û lal bihêle gelo? Mirov dikare bêdengiyê hilbijêre li beramber rastiyek ewçend rût û tazî, sade û xwerû li pêşiya me? Bêdengî mirinek zû wexte ku li deriyê mirov dide. Bêdengî koletiyê ferz dike, laş ditevizîne û tu pê nahesî te jî serî tewandiye. Van hevrêyan di cenga bi neyaran re ev rastî ji me her kesî zêdetir fam kirine û têgihiştine. Ji ber ew ji rika vê bêdengî û mirinê şerê hebûn û jiyanê dikin. Di xirecira vî şerî, di nava bêhna barût û tozê de, di nava xişe xişa dengê bêtêlê de, peyamek wisa gelo ji me re çi îfade dike. Ev deng dixwaze çi bêje bi rastî? Ji kîjan wijdanî re deng dikin? Ew dengê li pişt bêtêlê dengê Werxelê ye ku tevahiya zordaran daye bêşberî xwe û şer dike. Peyamê ji bo ku em tenê ji wan re çepikan lêbidin nadin. Ji bo em tenê ji wan re bêjin Eferîn! Vê peyamê nadin. Hesabek dîrokî tê xwestin û li Werxelê zalim tên dadgehkirin ji bo wê jî em ê di vê dadgehê de tenê birûnên û temaşe bikin gelo? Di vê doza mezin de divê her kes hesabê xwe bide û hesab bipirse. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.