RUKEN POLAT / MA / WAN

Piştî ku şaredarî kete destê DEM Partiyê, saziyên jinê ku qeyûm ew rakiribûn dîsa hatin vekirin û xebatên ji bo jinê yên di bin banê şaredariyê de zindî bûn. Bi vê çarçoweyê li Wanê Butona Jinê hate çalakkirin. 

Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Oznûr Evîn diyar kir wan xebatên xwe yên ji bo Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil temam kirine û got ku ji bo jinên rewşa wan a aborî nebaş jî sepana JINKART'ê pêk anîne. 

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, xebatên xwe yên di warê jinan de didomîne. Biryarên Komîsyona Jinê yên di çarçoveya "herêmên azadiya jinê" de di meclisa şaredariyê re derbas bûn. Di meha hezîran û tîrmehê de ji bo jinan biryara "JINKART"ê hat dayîn. Her wiha ji bo pêşîgirtina li tundiya li jinan bê girtin biryara pêkanîna "Butona Jin a Jînê" û çalakkirina "Stasyona Gava Ewil" hat dayîn. 

Evîn diyar kir ku Komîsyona Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi çalakirina saziyên jinan ên ku qeyûm ew pasîf kiribûn dest bi kar kirine û got: "Me gelek saziyên xwe yên ku hatibûn texrîbkirin û pasîfkirin, çalak kirin. Em saziyên xwe yên ku qeyûm wan girtibû yeko yeko çalak dikin." 

Em ê stargehan ava bikin 

Evîn bibîr xist ku qeyûman "Alo Xeta Tundiyê", "Stargehên Jinan" û "Stasyonên Gava Ewil" girtine û got: "Niha em hewl didin pêşî 'Alo Xeta Tundiyê' vekin. Lê ji bo avakirina wê ewilî divê em stargehan ava bikin. Me hêla qanûnî ya vî tiştî çêkir. Em ê di nêz de stargehan ava bikin û paşê Alo Xeta Tundiyê çalak bikin." 

 JINKART 

Evîn diyar kir ku ji bo jinên rewşa wan a aborî nebaş jî wê di nêz de JINKART'ê pêk bînin û bi vê projeyê wê her jin mehê 60 caran karibe bêheq li wesayîtên şaredariyê siwar bibe. Evîn bilêv kir ku "Butona Jin a Jînê" ya ji bo pêşî li tundiyê bê girtin çalak kirine û got ku xebatên malpera WEB'ê ber bi dawîbûnê ve diçin.