Li Wanê û navçeyên wê berf dibare. Ji ber barîna berfê û mija zêde gelek wesayît di bihureka Guzeldereyê de asê man. Heta niha li navenda Wanê û navçeyên wê berf dibare. Li gundên girêdayî navendê bi qasî 5 santîmên berfê bariyane. Li deverên bilind û li bihureka Karabetê ya li ser rêya navçeya Miksê jî bi qasî 15 santîman berf bariyaye. Wesayîtên li bihureka Kurubaşê ya li ser rêbeja Wan-Colemêrgê ku bi bilindayiya 2 hezar û 225 metreyan û bihureka Guzeldere ya bi bilindahiya 2 hezar û 730 metreyan a li ser heman rêgehê ji ber berf û mijê asê man. Hat zanîn ku navbera dîtinê heta 10 metreyan daketiye û gelek wesayît li vir asê mane.
MA/WAN