- Amir Fehrî ciwanekî 18 salî ye û niha li bajarê Fransayê Niceyê ji bo bibe bijîşk dixwîne. Ew ji 12 saliya xwe ve kitêban dinivîse. Heta niha 5 kitêbên wî derçûne û ya 6’an jî piştî 6 mehên din wê çap bibe.
Amir Fehrî ciwanekî 18 salî ye û niha li bajarê Fransayê Niceyê ji bo bibe bijîşk dixwîne. Ew ji 12 saliya xwe ve kitêban dinivîse. Heta niha 5 kitêbên wî derçûne û ya 6’an jî piştî 6 mehên din wê çap bibe.
Dayika Amir Fehrî Kurd e û ew li Tûnisê ji dayik bûye. Kitêba wî ya ku wî 12 salî nivîsî li ser aştî û hawîrdorparêziyê bû. Kitêba diduyê weke bergê wê yê ddiuyê bû. Ew di dema nivîsandina kitêba xwe ya sêyem de li Strasbourgê bû. Îlona 2018’an wî bi navê Harcèlement (tacîz) kitêba xwe ya sêyem nivîsand. Ev kitêb li ser mijara tacîza li dibistanê ye, gava hin zarok li hin zarokan tahdê dikin, wan piçûk dixin û heta carinan li wan dixin. Kitêb dişibe ravekirineke otobiyografîk. Amir Fehrî jixwe vê venaşêre û dibêje, “Êrişkarên ku ez tacîz dikirim, sedema wan ew bû ku ez cihê bûm. Ez li Tûnisê bi Kurdî dipeyivîm, ez birim sinifeke di ser min re û ev jî li Tûnisê ne tiştekî pirr tê dîtin e. Min heft caran dibistan guhert, lê min nekarî xwe ji êrişkaran xilas bikim. Min biryar da ku xwe bispêrim nivîsandinê. Min kitêba Harcèlement – Les journées mouvementées d’un écolier (Tacîz – Rojên dijwar ên şagirtekî dibistanê) min sala 2018’an yanî gava 15 salî bûm weşand da ku nîşan bidim, ev ne tenê meseleyeke ciwanên nûgihayî ye, lê di nava cîhana mezinan de jî xwedî cihekî muhim e.”
Ew niha sefîrê frankofoniyê (axaftvanên Fransî) ye û ji bilî xwendekariya tibê, projeya avakirina dibistaneke navneteweyî li Mûsilê bi rê ve dibe. Rêxistina Ereb ji bo Perwerde, Çand û Zanistê (ALESCO) ew kir sefîrê xwe yê ciwanê afirîner.
Meseleya xwekuştina zarokên dibistanê li Fransayê wî gelekî elaqedar dike. Dinah keçeke 14 salî bû û ji ber acizkirina şagirtên din xwe par kuşt. Li ser vê Amir Fehri dibêje, ev ne îstîsnayek e û bi bîr dixe ku ji destpêka salê ve li Fransayê 18 zarokan xwe kuştiye. Ew dixwaze bi karê xwe balê bikişîne ser vê rewşê û bike ku di siyasetê û nava civakê de beramberî vê yekê hestiyarî çêbe. Lê ne tenê ev jî, divê ji bo mexdûran edalet jî pêk bê.
Kitêba wî ya bê ku wê piştî 6 mehan derkeve li ser tecrûbeya wî ya di nava dîplomasiya cîhanê de ye yanî berhemeke din a otobiyografîk e.
PARÎS