Li Torontoyê tecrîd hate şermezarkirin

Çarşem 12 Hezîran 2024 - 00:58

Li bajarê Torontoyê yê Kanadayê tecrîda li ser Rêber Ocalan û darbeya qeyûm a li Colemergê bi çalakiyekê hate şermezarkirin û hate xwestin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan demildest rabe. 

Civaka Kurd li bajarê Toronto yê Kanadayê meşek li dar xist. Çalakî roja li Kolana Yonge-Bloor destpê kir û heta Meydana Dundas berdewam kir. Çalakî ji bo garantîkirina statu û rastiya Kurd û Kurdistanê, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hate lidarxistin. Beşdarên meşê ji bo piştgiriyê bidin girtiyên di greva birçîbûnê de ne, li dijî Doza Kobanê û desteserkirina Şaredariyan dengê xwe bilind kirin.

Freedom for Ocalan

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên, "Free free Kurdistan", "Free free Rojava", "Freedom for Ocalan", "Freedom for Kurdistan" û "Turkey stop killing Kurds, Bijî berxwedana gelê Kurd" hatin berzkirin.

Bila demildest tecrîd rabe

Meş di atmosfereke bi coş de bi dirûşm û muzîkê dewam kir. Di daxuyaniya çapemeniyê ya li Qada Dundasê, hat xwestin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û hemû girtiyên siyasî jî bên berdan. Her wiha hat destnîşankirin ku divê hemû siyasetmedar bi taybetî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên ku ji ber biryarên neqanûnî yên Doza Kûmpasê ya Kobanê di girtîgehê de ne, bên berdan. Hat diyarkirin ku divê demildest desteserkirina li ser Şaredariya Colemêrgê tavilê bê rakirin û rêz li vîna gel bê girtin. Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî jî kirin ku li dijî van bêhiqûqiyan bêdeng nemînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.