• Di şevbuhêrkê de endamên Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê, gelek helbestvan, nivîskar û hezkiriyên helbestê li bajêr û gundewarên wê amade bûn.

Bi diruşma "Meşa xewnê" Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê şevbuhêrka çîrok û helbestan bi armanca balbirina ser nivîsên wêjeyî û helbestî li dar xist, da ku nivîskar û helbestvan berhemên xwe belav bikin.

Di şevbuhêrkê de endamên Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê, gelek helbestvan, nivîskar û hezkiriyên helbestê li bajêr û gundewarên wê amade bûn. Şevbuhêrk li hola navenda Çand û Huner a Tebqayê hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, helbestvanan û nivêskaran helbest û pexşanên xwe xwendin.

Di dawiyê de Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê helbestvanên beşdar xelat kirin.  

ANHA/TEBQA