Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Tebqayê 3. Pêşangeha Veguhastina Pirtûkan li hola Navenda Çandê ya Tebqayê organize kir. Bi dehan xelkê herêmê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û nivîsgeh û komîteyên wê û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Di serî de endamê Komîteya Çand û Hunerê Amir El Enad bixêrhatina beşdaran kir.
Di pêşangehê de romana bi sernavê "Zil El Tût" a nivîskar Ehmed El Omer û romana "La Şey Bede Fî Beyrût" a nivîskar Selam Hisên hatin îmzekirin. Her du nivîskar ji Tebqayê ne.
Komîteya Amadekar da zanîn ku di rojên bê de wê rûniştinên rexnegirî û nîqaşên li ser herdu romanan bên lidarxistin.
Pêşangeh wê sê rojan dewam bike.
ANHA/TEBQA