Li Sûriyeyê xetereya ewlehiyê
Duşem 24 Mijdar 2025 - 03:15

Serokê Tevgera Karê Sivîl a Sûriyeyê parêzer Îsa Îbrahîm bi lêv kir ku di van demên dawîn de li dijî beş û pêkhateyên Sûriyeyê yên diyar, li ser paşxaneya olî û mezhebî, sûc û revandin zêde bûne û got, "Desthilata heyî hevbendiyeke tundraw ji komên rêxistina El Qahîde ya terorîst ku endamên wê ji tevahî dewletên cîhanê ye, pêk tê."
Li deverên cuda yên Sûriyeyê, digel tevliheviya ewlehî û nebûna çavdêriya desthilatê, sûcên rojane berdewam dikin. Girêdayî mijarê serokê Tevgera Karê Sivîl a Sûriyeyê parêzer Îsa Îbrahîm axivî. Îsa Îbrahîm bal kişand ser sedemên binpêkirin û krîza ewlehiyê ya berdewam.
Îsa Îbrahîm diyar kir ku ev paşxane ya hişmendiya cîhadîst e, ji hevbendiya komên cîhadîst pêk tê, zihniyeta xwe ji rêxistina El Qahîde ya terorîst werdigirin û deshilat kontrol kiriye û got:"Bi rêya Şamê û rola dewleta Tirk komkujî, qetilkirin û revandin, bi taybet li dijî Elewiyan hatin kirin."
Îsa Îbrahîm bal kişand ser kiryarên revandinê yên li dijî jin û mêrên Elewî û anî ziman ku "Armanc ji vê tundiyê ferzkirina desthilatê bi zorê li ser mirovan û pêkanîna ajandeyên xwecihî, herêmî û navneteweyî ye. Da ku berjewendiyên aliyên aloz li Sûriyeyê li gorî zihniyeta cîhadîst a ku van sûcên olî rewa dikin, pêk werin. Li kêleka wê jî bilindkirina van êrişan hêmanek ji hêmanên bicihanîna wan ajandeyên herêmî û navneteweyî ye."
Îsa Îbrahîm da zanîn ku gelek sedemên têkçûna ewlehiyê hene, weke pêvajoya radestkirin û desteserkirinê ya ku ji bo terorîst Ebû Mihemed El Colanî û komên cîhadîst çêbûye û avakirina vê hevbendiyê ku wê "desthilata defakto" bi erêkirina navneteweyî û herêmî hatiye avakirin û rasterast ji hêla dewleta Tirk û beşdariya Îsraîlê ve tê birêvebirin.
Îsa Îbrahîm got ku ev tişt gelekî metirsîdar e, li ser asta Sûriye, herêm û cîhanê nikare were kontrolkirin û eger helwesta civata navneteweyî têkildarî teoriya birêvebirina terorê ji hundir de neyê guhartin êdî rewş gelek xeternak e û got: "Eger sembolên cîhadî werin rakirin jî, dîsa bermahiyên çandî û derûnî ji bo deh salan dê li herêmê û cîhanê, bi taybet li Ewropa û Amerîkayê bimînin."
Di dawiya axaftina xwe de Îsa Îbrahîm wiha got: "Hikumeta veguhêz hewl da rewabûna navneteweyî wergire, da ku rewabûna hebûna li hundirê Sûriyeyê di aliyê civakî û siyasî de ferz bike. Hemû daxwazên van dewletan bi giştî pêk anîn. Bi zanabûn sûc û binpêkirinên xwe li dijî Elewiyan û Durziyan ji bo pevguherîna berjewendiyan kêm kirin. Bi wê re dewletên li dijî diyardeya tundiyê têdikoşin derfetek cidî yan jî vîneke aktîv nabe li dijî wê bisekine, ji wê zêdetir her aliyek hewl dide li gorî berjewendiyên xwe wê bi rê ve bibin."
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN















