Li Sûriyeyê gotara nefretê hîn jî heye

Çarşem 10 Kanûn 2025 - 03:25

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser diyar kir ku tiştê ku gelê Sûriyeyê hêvî dikir di sala yekem a hilweşîna rejîma Baas'ê de pêk nehat. Krîzên aborî, siyasî û ewlehiyê berdewam dikin û destwerdanên herêmî, bi taybetî ya Tirkiyeyê, zêdetir bûye.

8'ê Kanûnê salvegera yekem a hilweşîna rejîma Baas'ê bû. Der barê mijarê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid diyar kir ku welatiyên Sûriyeyê hêvî dikir ku ev guhertin bibe destpêka serdemeke nû, lê rewş ne li gorî hêviyên gel e.

Hemdan El Ebdid da zanîn ku gelê Sûriyeyê di salên borî de êşa destwerdanên biyanî kişandiye, her wiha derketina çeteyên DAIŞ'ê û gelek komên çekdar. Hemdan El Ebid destnîşan kir ku welatiyên Sûriyeyê hêvî dikir ku piştî hilweşîna rejîma Baas'ê Sûriyeyeke nû ava bikin û got: "Sûriyeyeke azad û demokratîk ku rêzê li azadiya raman û derbirînê bigire, hemû pêkhate bê cudahî tê de bijîn û pergalek nenavendî qebûl bike.”

Hemdan El Ebid diyar kir tiştê ku welatiyên Sûriyeyê hêvî dikir di sala yekem de nehat bidestxistin, ji ber ku krîzên aborî, siyasî û ewlehiyê berdewam kir û destwerdanên herêmî, bi taybet destwerdana dewleta Tirk, li şûna xurtkirina yekitiya neteweyî, bûn sedema parçekirinê.

Hemdan El Ebid destnîşan kir ku tiştê li herêmên peravê û Siwêdayê çêbûn û kuştin, revandin û têkçûna ewlehiyê ya berdewam li hundir, eşkere kir ku soz nehatine bicîhanîn û nakokiyên mezhebî û gotara nefretê hîn jî heye û zêde bûye.

Der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Hemdan El Ebid da zanîn ku projeya wan û hevgirtina wan bûye mertala ku herêm û gelê wê ji êrişên çeteyên DAIŞ'ê parstiye û ev lê zêde kir: "Dema ku me li dijî terorîzmê şer dikir, hin alî bi nakokiyên xwe yên navxweyî mijûl bûn."

Hemdan El Ebid hêviya xwe anî ziman ku sala 2026'an bibe sala hevgirtin û yekitiya neteweyî û piştî salên êş û azaran rewşa Sûriyeyê baş bibe.

ANHA/REQA/MIZGÎN ELÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.