Li Sûriyeyê 156 kes hatin kuştin
Sêşem 2 Kanûn 2025 - 03:15

Di meha Mijdarê de li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz û ên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de 156 kes hatin kuştin ji wan 13 jin in û 20 jî zarok in.
Di meha mijdarê de li herêmên di bin kontrola hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û dagirkeriya Tirkiyeyê de li Sûriyeyê bûyerên kuştine berdewam kirin. Rojane bi dehan bûyerên kuştin bi sedemên teqîna mayînan, pevçûnên herêmî û qetl kirin kesan pêk tên.
Di mijdarê de li deverên cuda yê Sûriyeyê, jin û zarok jî di nav de 156 kes hatine kuştin. Ev bûyer li bajarên, Hums, Hema, Deraa, Laziqiye, Siwêda, Dêrazorê, Şam û gundewarê wê, Tedmurê û gundewarê Helebê pêk hatine.
Di vê mehê de, ajansa ANHA’yê kuştina 156 kesan, di nav de jin û zarok, belge kir. Ji wan 20 zarok ji ber mayînên ji şer mane li deverên wekî gundewarên Hama û Îdlibê jiyana xwe ji dest dan, hinên din jî ji ber gulebarana rasterast di dema nakokî an pevçûnên malbatî de, an jî di encama tundiya çekdarî de li bajarên wekî Şam, Hums, Heleb û Îdlibê hatin kuştin.
Her wiha 13 jin di şert û mercên cûda de hatine kuştin. Hin ji wan ji aliyê çekdaran ve li mal an jî cihên giştî hatine gulebarankirin, hinên din jî ji ber mayînên ji şer mane an jî di encama tundiya navmalî de jiyana xwe ji dest dane.
Ev hejmar kuştiya rewşa tevlihev û bêewlehiyê û nebûna pergaleke parastinê ya bi bandor ji bo sivîlan, li van herman nîşan dide.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN















