Li Sûrê dîrok hat nivîsîn
Sêşem 10 Kanûn 2024 - 02:30
- Li Sûrê bi gotina ‘em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin’ rêveberiya xweser hat îlankirin û li dijî gel êrîş pêk hatin, qedexeyên derketina derve hatin îlankirin. Di ser de 8 sal derbas bû. Çiyageran ku gotin ‘çi dibe bila bibe wê dawî bi heybet be’ di hişê gel de cihê xwe girtin.
Di ser rêveberiyên xweser yên li Farqîn û Sûr a Amedê, Nisêbîn a Mêrdînê, Şirnex, navendên wê Cizîr û Sîlopiyê û Gever a Colemêrgê de 6 sal der bas bûn. Li navçey Sûrê ya Amedê ewil li taxên Alîşa û Lalebey bi avakirina mcelîsên tenduristiyê û jiyana komunal dest pê kir. Di 5’ê hezîranê de beriya hilbijartina 7’ê hezîranê teqîn çêbû. Piştre li Pirsûsê teqîn çêbû. Li Pirsûsê 33 kes hatin qetilkirin. Gel li dijî van êrîşan bêdeng neman û di 14’ê Tebaxê de rêveberiyên xweser îlan kirin.
Di 19’ê tebaxa 2015’an de hevşaredarên Sûrê hatin binçavkirin û girtin. Piştre qedexeyên rojek, du roj û sê rojan pêk hatin. Li hember taxan êrîş pêk hatin. Li taxên êrîş pêk hatin û xaniyên dîrokî yên gel hatin hilweşandin.
Li Sûrê şehadeta ewil
Di 24’ê tebaxa 2015’an de Murat Gunduz (Berxwedana Karker) yê 21 salî bi gel re di çalakiyan de bû bi guleya polîsan li taxa Saraykapi jiyana xwe ji dest da û di vê berxwedanê de kesê ewil hat qetilkirin bû.
Qedexeyên neketin daneyên fermî jî hebû
Walîtiya Amedê bi awayekî fermî qedexeya ewil di 6-16’ê îlona 2015’an de îlan kir. Lê her çiqas be jî beriya vê qedexe hatin îlankirin û derbasî daneyên fermî nebûn. Kolan bi kêfî dihatin girtin, pevçûn diqewimîn.
Piştî qedexeyan şopa êrîşên bi destê polîs û leşkeran dihatin kirin dihatin dîtin. Li dîwaran nivîsên nîjadperest dihatin nivîsin, gule li dîwaran direşandin, jin û zarokên keç lêdan dixwarin û destdirêjî li wan dihat kirin.
Gel peyama em li vir in da
Gel kolan paratin û nobet girtin. Meş û çalakî pêk anîn. Ji meha îlonê de nobetên şevê hatin destpêkirin. Tevî hemû êrîşan gel bûn mertalên zindî û bi çalakiya dengderxistinê gotin ‘em li vir in’.
Jiyana komun hat avakirin
Hikûmetê êrîşê biryarbûna gel kir û gel li dijî vê ket tevgerê. Xendek kolan û barîkat avakirin û nexwestin polîs bikevin taxan. Jiyanek komun li Sûrê hat avkairin û xwarinên xwe jî li ser barîkatan xwarin. Gel bi hev re nobet girtin. Piştî Murat Gunduz jiyana xwe ji dest da gel qad terk nekir.
Qedeya ewil a fermî
Dewletê qedexeya fermî ya ewil di 6’ê îlona 2015’an de îlan kir. Di qedeya ewil de 8 polîs birîndar bibûn û 2'yan jî jiyana xwe ji dest dabûn.
Sê kes hatin qetilkirin
Di 13’ê îlonê de qedexeyek derketina derve ya din hat îlankirin. Di 10’ê cotmeha 2015’an de di qedexeya derketina derve de polîsan çekên giran bi kar anî. Roja ewil li taxa Fatîhpaşe Halîl Tuzulerk û jina ducanî ya navê wê nehat hînbûn hatin qetilkirin, di roja duyemîn de Hêlîn Şen a 12 salî hat qetilkirin.
Gelek çalakî pêk hatin
Ji bo berxwedan û têkoşîna Sûrê ji her taxa Amedê piştgirî dihat. Ne tenê li Amedê, ji bajarên cuda gel dihat û dixwestin xwedî li Sûrê derkevin û gelek çalakî pêk anîn.
Dijminahiya li hember jinê
Di sêyemîn qedexeya derketina derve de, 5 zarok birîndar bûn. Leşker ji bo piştgiriya polîsan tevli operasyonan dibûn. Di pevçûnan de 22 leşker û polîsî jiyana xwe ji dest da. Di roja sêyemîn de YPS’iyan ji bo sivîl zirarê nebînin ji pevçûnê vekişiyan. Piştî vê JOH û POH’ê bi ser malan de girt. Destdirêjî li jin û zarokên keç hat kirin. Li dîwaran nivîsên zeyendperest hatin nivîsin. Xaniyan zirarek mezin dîtin. Polîsan di 6’ê Mijdara 2015’an de tevî ku qedexe tunebû, taxên Savaş, Dabangolu û Hasirli dorpêç kirin. Bi sedan welatiyî berê xwe dan Sûrê. Endamên YPS û gel nehişt polîs bikevin qadê. Ji van kesên li berxwe dida Ferhat Dogru (Avesta) bû.
Ferhat Dogru jiyana xwe ji dest da
Di 7’ê Mijdarê de Ferhat Dogru ku hîna 21 salî bû ji aliyê polîsan ve hat birîndar kirin. Jinan û gel Ferhat Dogru bi zor girtibûn û biribûn nexweşxaneyê. Lê Ferhat Dogru tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.
Tahîr Elçî hat qetilkirin
Di 28’ê mijdara 2015’an de ji bo protestokirina êrîşan liber Minareya Çarling Baroya Amedê daxuyanî dida. Serokê Baroyê Tahîr Elçî li wir hat qetilkirin.
Qedexeya 9 rojan
Di 2’yê Kanûna 2015’an de qedexeya 9 rojan hat îlankirin. Di 10’ê Kanûnê de qedexe ji bo 17 saetan hat rakirin û Mizgîn Koçyîgît ya dixwest ji navçeyê derkeve li Qada Deriyê Çiyê ha qetilkirin. Her wiha Çekvar Çubuk jî hîna 17 salî bû li ber dibistana Suleyman Nazîf hat qetilkirin.
Rozerîn Çukur hat qetilkirin
Seranserê meha kanûnê tanq veguhestin bajar. Yekîneyên nû xistin Sûrê. Di 8’ê Çileyê 2016’an de Rozerîn Çukur a 16 salî li nêzî Dibistana Suleyman Nazîf hat qetilkirin. Di roja 54’emîn a berxwedana Sûrê de hêzên dewletê li dijî YPS’iyan tank, top, çekên giran, hewan û helîkopteran êrîş kir. Tevî van êrîşan berxwedanê 103 rojan berdewam kir.
Li dijî hemû êrîşan li berxwe dan
Bi dehan carî gotin ‘operasyona Sûrê bidawî bû.’ Roza, Zozan, Rozerîn, Şînda, Berîtan, Çiyager, Rêber, Alî, Sînan, Hogir, Mahsun û gelekên din li dijî derfetên dewletê têkoşîn dan. Di navbera 27’ê Çile-3’ê Sibatê de li taxên Sûrê qedexeya 8 rojan hat îlankirin. Di vê dîrokê de bi dehan carî bi ser taxan de hat girtin û êrîşê gel kirin.
Bi berxwedanê jiyana xwe ji dest dan
Di dawiya berxwedana 4 mehan de, Cîhat Turkan (Çiyager) yê berpirsê Sûrê dihat zanîn û Mahsum Gurkan, Sînan Duman, Dîlber Bozkurt bi wî re berxwedan domandin. 7 YPS’iyî heta dawî teslimiyet qebûl nekirin û ji bo parastina Sûrê berxwedan û bi berxwedanê jiyana xwe ji dest dan.
UNESCO bêdeng ma
Piştî 103 rojan şûnde yên gotin ‘em li Sûrê toledo çêdikin’ dest bi helwdanên xwe kirin. Taxên qedexekirî hilweşandin. Talan kirin. Hemû kolan rast kirin. Ji dîrokê dûr xistin. Alê Tirkan daliqandin. Tevî vê talanê UNESCO ya ku Sûr kiribû lîsteya mîrateyê bêdeng ma.
NAVENDA NÛÇEYAN