Li sûra gerîla şikestin

Duşem 17 Gulan 2021 - 03:59

  • Dewleta Tirk a ku eskerê xwe li ser Zinarê Kêste danî û eskerên wê li wir asê man, ev demeke dirêj e bi artêşa xwe hewl dide ji gir xwe berde gund. Lê her carê li berxwedana gerîla dişike. 

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de yên li herêma Metînayê 3 leşkerên Tirk hatin cezakirin. Li Avaşîn û Zapê jî ji hewayê ve li dagirkeran hate xistin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da. HPG´ê li ser rewşa 13 ta 16´ê Gulanê ya berxwedanê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de agahî dan.

Li ser çalakiyên hêzên xwe yên hewayî HPG´ê got, "Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal; 13'ê Gulanê saet di 13:00´an de li Girê Şehîd Serxwebûnê li herêma Zapê ji hewayê ve bombe li dagirkeran barandin.
13'ê Gulanê saet di 15:10'an li dijî Girê Şehîd Serdar ê herêma Avaşînê ji hewayê ve çalakiyeke bombeyî li dijî dagirkeran hate lidarxistin.

Ev her du çalakî bi rengekî serketî pêk hatin û derb li dijmin hate xistin."

Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê

Ji bo çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de jî HPG´ê got, "14'ê Gulanê saet di 10:00´an de li herêma Metînayê, artêşa Trk a dagirker bi helîkopterên êrişê li dijî gundên Kêste û Asûrî operasyoneke dagirkeriyê da destpêkirin. Hêzên me, dagirker xistin bin kontrola xwe û bi xurtî li wan da. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin, dagirkerek hate cezakirin.

Saet di 11:30'î de li dijî yekîneyeke cuda ya dagirkeran ji 3 baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakiya gerîla hate lidarxistin. Di şerê li vê derê de bi qasî ku hate zelalkirin, 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Piştî her du çalakiyan, dagirker  nekarîn bi pêş ve biçin û obus avêtin qadê, ber bi Girê Zendûra ve vekişiyan. Saet di navbera 16:00 û 16:40'î de qada şer bi balafirên şer hate bombekirin. Artêşa Tirk a dagirker saet di 21:30'î de jî bi helîkopterên êrişê bombe li qadê barandin û bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê birin."

HPG´ê daxuyaniya artêşa Tirk a ku îdîa dikir ku 2 gerîla di şer de li vir şehîd bûne, li derewê qeliband û got, "Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek birîndar bûye û tiştek bi hêzên me nehatiye."

Ji bo çalakiya gerîlayan a 15'ê Gulanê jî HPG´ê got, "Saet di 18:00´an de li qada Qela Mamreşo ya herêma Avaşînê, li dijî dagirkeran bi çekên giran çalakiyek hate lidarxistin. Hejmara dagirkerên di vê çalakiyê de hatin cezakirin û birîndar bûn, nehate zelalkirin."

Ji bo êrişên hewayî yên dewleta Tirk jî HPG´ê got, ji 14 ta 16´ê Gulanê devera Koordîne ya herêma Metînayê, devera Çemço ya Zêyê, deverên Mamreşo, Aris Faris û Mervanosê yên Avaşînê liv û tevgera helîkopteran hebû.

16'ê Gulanê saet di 06:20'î de qada Dola Konferansê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.