Li şûna weşandina rêzefilmên Tirkî yên Kurdî çêkin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 11 Tîrmeh 2022 - 22:06

  • Ferîdûn Qasim, yek ji lîstikvanên naskirî yên hunerê Kurdî ye, xelkê Silêmaniyê ye û sala 1972’an hatiye dinê. 

Ferîdûn Qasim, yek ji lîstikvanên naskirî yên hunerê Kurdî ye, xelkê Silêmaniyê ye û sala 1972’an hatiye dinê. Di gelek karên şanoyî, televîzyonî û bernameyên hunerî de cih girtiye. Hunermend Ferîdûn derbarê bandora çanda biyanî ya li ser çanda Kurdî de fikarên xwe anîn ziman.

Hunermend Ferîdûn Qasim îşaret bi pirsgirêk û astengiyên li pêş hunerê Kurdî kir û got: “Nebûna piştgiriya madî ya ji bo hunermendên Kurd, yek e ji pirsgirêkan. Ji bona wê hest pê tê kirin ku di rêzefilmên Kurdî de tevgerek kêm heye. Hêvîdar im ku wezareta rewşenbîrî budceyeke taybet ji bo karê rêzefilmên Kurdî veqetîne da ku bikarin xwedî li berhemên xwemalî derkevin. Em bi vî awayî dikarin bînerên Kurd ji rêzefilmên Tirkî û biyanî dûr bixin.”

Ferîdûn Qasim derbarê weşandina rêzefilmên Tirkî li ser kanalên Kurdî jî got, “Cihê fikaran e rêzefilmên biyanî bi taybetî jî yên Tirkî li ser hin kanalên Kurdî tên weşandin. Ewqas pereyê ku li van rêzefilmên Tirkî tê xerckirin, bi wî pereyî mirov dikare rêzefilmeke Kurdî çêke.”

Hunermend Ferîdûn got, rêzefilmên Tirkî bandorek xwe ya xirab hene û sivkahiyê û heqaretê bi Kurdan dikin. Her wiha da zanîn divê kanalên Kurdî rê nedin ku ev tişt li ser ekranên wan werin weşandin.

Di dawiyê de jî Hunermend Ferîdûn Qasim xwest Wezareta Rewşenbîrî sansurê bixe ser anîna filmên biyanî û got, “Divê di nava hunermendên Kurd de yekdengiyek ji bo parastina çand û hunerê Kurdî çêbe.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.