Li Spanyayê rojeva Ocalan

Şemî 12 Cotmeh 2024 - 03:15

  • Koma Parlamentoyê ya Izquierdas por la Independencia ku yek ji alîgirên koalîsyona serbixwebûnê yê Parlamentoya Îspanyayê ye, ji bo nirxandina rewşa Rêber Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêş kir.

Senatorên koalîsyona ku ji aliyê Esquerra Republicana de Cataluna (ERC) û Euskal Herria Bildu ve hatî avakirin Gorka Elejabarrieta Dîaz ve Laura Castel i Fort li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêş kir. Di pêşnûmayê de li gor Rêziknameya Navxwe ya Senatoyê, bangawaziya rêzgirtina mafên mirovî yên Rêber Abdullah Ocalan hat kirin û daxwaz kirin ku ev pêşnûma di Komîsyona Karên Derve de bê bi kar anîn. Di pêşnûmayê de hat destnîşankirin ku Abdullah Ocalan şexsiyetekî navendî ye û yek ji wan rêberane ku bi fikrên xwe yên çareseriyê tê naskirin. Li gel pêvajoyên dîlgirtin û darizandinê, di pêşnûmayê de cih dane tecrîd û biryarên AIHM'ê û hat gotin:"Ji 2019'an vir ve, Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke mayînde de ye; tu têkiliya wî bi cîhana derve re nemaye û derfeta wî ya hevdîtina bi parêzer û malbata wî re nîne. Ev polîtîkaya tecrîdê binpêkirina mafên bingehîn û mirovî ye."

Dewleta Tirk tundî hilbijart

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku "Rola Abdullah Ocalan ya di pêşketina pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiye û Kurdistanê de gelek giring e. Abdullah Ocalan li gel "Nexşeya Rê" ku ji bo çareseriya pevçûnê bergeheke qedemeyî pêşkêş dike, gelek hewl û planên aşitiyê pêş xistine ku ji aliyê gelê Kurd ve hatine erêkirin. Lê belê hikûmeta Tirkiyeyê guh neda van pêşniyazan û berdewamkirina tundî û êşê bijart.  Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan ne tenê meseleyeke adelatê ye, zarûriyeteke exlaqî ye. Serbestberdana Ocalan wê pêla tundiyê ya ku mohra xwe li dîroka Tirkiye û Kurdistanê daye bişkêne."

Di pêşnûmayê de li Komîsyona Karên Derve ev bangawazî hatin kirin:

* Bangawazî ji bo Hikûmeta Tirkiyeyê ku rêzê li biryarên DMME'ê bigire û şertên dîlgirtinê di çarçoveya mafên mirovan de bisepîne.

* Bangawazî ji bo Hikûmeta Îspanyayê ku Tirkiyeyê ji ber binpêkirina mafên mirovan li dijî Ocalan û hemû girtiyên siyasî şermezar bike.

* Bangawazî ji bo Hikûmeta Îspanyayê ku bi derfetên xwe yên dîplomatîk li ser Hikûmeta Tirkiyeyê zextê çêbike ku rêzê li biryarên DMME’ê bigire, hevdîtina Ocalan bi malbat û parêzerên wî re mîsoger bike û wî serbest berde.

* Bangawazî ji bo Hikûmeta Îspanyayê ku di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re meseleya mafên mirovan bibe mijara sereke.

* Bangawazî ji civakên navneteweyî re ku rewşa Abdullah Ocalan ji nêz ve bişopînin, azadiya wî mîsoger bikin û ji bo rêzgirtina mafên mirovan zextê li ser Hikûmeta Tirkiyeyê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.