Li Şirnexê 40 civîn hatin lidarxistin

Sêşem 15 Tîrmeh 2025 - 17:00

  • Parlementera DEM Partiyê Newroz Ûysal da zanîn ku li Şirnex û navçeyên wê heta niha 40 civîn pêk anîne û got: “Armanca me ji van civînan ew e ku nakokî, nêrîn, pêşniyar û rexneyên gel werin ziman."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji rayagiştî re ragihand. Dû re li ser banga Abdullah Ocalan PKK'ê kongre kom kir û di 12'ê Gulanê de biryara xwefesixkirinê girt. Pişt re jî li ser banga Abdullah Ocalan a di 9'ê Tîrmehê de Koma Aştî û Civaka Demokratîk a PKK'ê ku ji 30 kesan pêk dihat, di 11'ê Tîrmehê de li Şikefta Caseneyê ya li çoltera bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Kurdistana Federe bi merasîmekê çek û rextên xwe şewitandin. Di hevdîtinên Şandeya Îmraliyê yên bi Abdullah Ocalan re, Abdullah Ocalan xwestibû ku pêvajo bi gel re were vegotin û nêrînên gel û hemû derdoran werin stendin. Li ser vê yekê di pêşengtiya TJA, DBP û DEM Partiyê de li gelek gund, tax, bajarok, navçe û bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tevilbûna bi hezaran welatiyan civîn hatin lidarxistin. Yek ji van bajaran jî Şirnex e. Li Şirnexê heta niha 40 civîn hatine lidarxistin.

Parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan ku tev li gelek civînan bûye, derbarê civînan, nêrîn, rexne û daxwazên gel de axivî.

Newroz  Ûysal a derbarê civînan de agahî dan û ev tişt gotin: “Ev civîn ji çalakiyek an jî ji bernameyekê zêdetir, ji bo înşakirina pêvajoya Aştî û Cikava Demokratîk û ji bo tevlibûna gel hatin plankirin. Weke partî em dibêjin ev pêvajo dê bi tevlibûna gel, bi fêmkirina gel, bi rêxistinkirina gel, bigihije serî, bigihije heqîqetê. Aştî jî bêgel nabe, civakeke demokratîk jî bêgel nabe. Civînên ku em dikin bi vê nêzîkatiyê pêk tînin. Di bernameya me de heye ku li Kurdistanê 2 hezaran civîn werin pêkanîn û heya îro me li navend, navçe, bajarok û gundan 40 civîn pêkanîne.”

Newroz Ûysal bal kişand ser armanca civînan û axaftina xwe wiha domand: “Armanca me ji van civînan ew e ku nakokî, nêrîn, pêşniyar û rexneyên gel werin ziman. Rast e, em di civînan de pêvajoyê ji gel re dibêjin lê mebesta me ew e ku ev civîn di avakirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de cihekî sereke bigirin. Tevlibûnên civînan bi taybetî dayîk, jin û ciwan in û mereqek zêde heye. Gel gavên ku Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê diavêje baş dişopîne û dixwaze ku dewlet gavên şênber biavêje.”

Newroz Ûysal da zanîn ku gel pêvajoyê baş dişopîne ê wiha pêde çû: “Di civînan de tişta balê dikişîne ev e, gel bi her awayî pêvajoyê dişopîne. Di civînekî de welatiyekî temen mezin got ku, ‘Rêberê Gelê Kurd keseke û piştî 26 salan em li benda azadiya wî ne lê hê pêk nehatiye. Di vê rewşê de jî bi tena serê xwe biryar nestend û îro bi vê civînê pirsa xwe ji me jî dike. Divê em jî bi vê cidiyetê nêzî pêvajoyê bibin.’ Ev gotinên welatiyê temen mezin bandora xwe li ser hemû beşdarvanên civînê kir. Her wiha gel li hember gavên Tevgera Azadiyê dibêje ku piştî van gavan em êdî çi bikin? Bila dewlet destpêkê bikaranîna zimanê xwe biguhere û êdî ji me û tevgera me nebêje ‘teror’. Her wiha gel dixwaze nêzîkatiya li hember Rêberê Gelê Kurd û girtiyên nexweş were guhertin.”

Newroz  Ûysal herî dawî got ku pêşketinên dawî hêzeke zêdetir dide gel û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji destpêkê heya niha bi her gav an jî daxuyaniyên tên dayîn karakterê pêvajoyê tê guhertin û ji bo pêşketina pêvajoyê hêz dide. Di 10 rojên dawî de bi taybetî dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêzek û baweriyek zêde daye gel û ev yek di nava gel de aşkere tê dîtin. Her wiha merasîma PKK'ê ya çek şewitandinê û axaftinên Serokomar Erdogan ên dawî ji bo berdewamkirina pêvajoyê hêvî dide. Em li bendê ne ku komîsyona bi mehan e li ser tê axaftin were avakirin û divê ev komîsyon bilez dest bi guhertinên qanûnî bike.” AW/ŞIRNEX/NEDÎM ORÛÇ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.