Li Şirnex û wanê qirkirina siyasî

În 10 Îlon 2021 - 01:01

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de leşker û polêsên Tirk ên dagirker avêtin ser 3 gundên Elkê û 8 kes kirin nezaretê, li Wanê jî sê kes girtin. 

Leşkerên Tirk, doh destê sibehê avêt ser gundên Çeman, Berman û Bîşî yên Elkê ya ser bi Şirnexê û 8 kes kirin nezaretê. Ev kes birin

Qereqola Cendermeyan a Elkê. JI kesên girtî eyên navên wan diyar bûne, ev in: Kemal Adiyaman, Fevzî Temel, Emîn Berk, Mudur Ecer, Îdrîs Ûca û Îbrahîm Kiliç.

Li Wanê jî di qirkirina siyasî de polêsên Tirk doh sibehê avêt ser malan û belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Ejder Sari, û xwendekarên zanîngehê Yûnûs Kuçukçelebî û Vedat Fîdan kirin nezaretê. Her sê jî birin Midûriyeta Polêsan a Bajêr a Wanê.

Derbarê lêpirsînê de biryara veşartîbûnê hate dayîn û heta 24 saetan wê parêzer nikaribin biçin serdana kesên di nezaretê de. 

ŞIRNEX/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.