Şaredariya Silopiyayê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şeva Dengbêjan li dar xist. Şev, li Tesîsa Werzîşê ya Şaredariya Silopiyayê hat lidarxistin. Endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi sedan welatî tev li Şeva Dengbêjan bûn.
Dengbêjan diyar kir ku çanda Kurdî bi saya dengbêjiyê heta roja me hatiye û divê gel xwedî li dengbêjiyê û dengbêjan derkeve.
Di dîwana Dengbêjan de Dengbêj Mukaddes, Dengbêj Usîv, Rêzanê Batû, Mihemê Çemkarî, Dengbêj Hediye Kalkan û Dengbêj Silêmanê Sofî cih girtin. Dengbêj Silêmanê Sofî bavê stranbêj Nûdem Durak a ku ji ber gotina stranên Kurdî niha di hepsê de ye û yek ji girtiyên nexweş e.
Di destpêka bernameyê de stranbêj Umut Botan axivî. Botan, bal bire ser giringiya dengbêjiyê û got, “Hebûna mirov herî zêde xwe di çand û huner de diyar dike. Çanda Kurdî, bi salan bi saya dengbêjan xwe parast û heta roja me hat. Hewce ye gelê me xwedî li çanda xwe û dengbêjên xwe derkeve.”
Piştre dengbêjan kilamên xwe gotin.
MA/ŞRNEX