Li Silêmanî ‘Bijî Şoreşa Rojava’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 20 Tîrmeh 2022 - 22:06

  • Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Silêmaniyê, bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 10’an, şahiyek li dar xist.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Silêmaniyê, bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 10’an, şahiyek li dar xist. Şahî li salona Akua Park a Silêmanî hat lidarxistin û gelek kes tevlî şahiyê bûn.

Pîrozbahî bi dirûşma “Em ê dagirkeriyê têk bibin, Sûriyeya demokratîk ava bikin” û rêzgirtina ji bo şehîdên Şoreşê dest pê kir. 

Destpêkê daxuyaniya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Evîn Siwêd ve hate xwendin. Siwêd deh saliya Şoreşa Rojava li kesên amade pîroz kir.

Siwêd diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê, ti carî ji rêgezên xwe bi paş ve gav neavêt û neket xefika hêzên desthiladar û got, “Ji ber vê yekê gelek pêvajoyên zehmet derbas bûn û hîna jî rojên zehmet li pêşiya me xuya dikin. Lê ne bi daxwaza wan jî be, bi her êrişeke dagirkeriyê re, me hîn zêdetir karî hev himbêz bikin. Jixwe, vê yekê îradeya gelên hevgirtî bi pêş xist û li hemberî rêxistina herî terorîst destketî û serketinên dîrokî qezenc kirin.

Berxwedana destanî ya li hemberî wê terorê, delîla li ser rastiya hevgirtina di navbera çandên civakî, nirxên şoreşê û sepandina felsefeya jiyana azad e.”

Piştre jî peyamên Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re, PYD, Hîzba Zehmetkêşan a Kurdistan hatin xwendin. Her wiha siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî jî axivî û qala berxwedan û bandora Şoreşa Rojava kir.

Di dewama pîrozbahiyê de stranên li ser şoreşê hatin gotin û govend hat gerandin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.