Li Silêmanî 15 kes mirin

Şemî 19 Mijdar 2022 - 04:03

Pêr bi şev li bajarê Başûrê Kurdistanê, Silêmaniyê di teqîneke ji ber tankereke gazê de 15 welatiyan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 12 kes jî birîndar bûn. 

Doh lêgerîna kesên di bin kavilên teqîna li taxa Kazîwe ya parêzgeha Silêmaniyê de bi dawî bû û hemû cenaze û birîndar ji bin xirbeyan hatin derxistin. Li gorî agahiyan cenazeyê 15 kesan ji bin  xirbeyahn hatine derxistin û 12 kes jî birîndar hatine rizgarkirin. Wezareta Tenduristiyê jî heman hejmar piştrast kirin.

Pêr bi şev li taxa Kazîwe ya parêzgeha Silêmaniyê, di encama teqîna tankereke gazê de, 3 xanî rûxiyan. Di bin kavilan de gelek kes man.

Waliyê parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku lêkolîn û lêgerîna qurbaniyan ji pêr bi şev ve dewam kir doh berêvarê bi dawî bû. 

Herî dawî li cihê buyerê peywendîdaran da zanîn ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 15 kesan û 12 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama bûyerê de 15 kesan jiyana xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne.

 

KCK: Xema we xema me ye

KCK´ê û Tevgera Azadî jî ji ber teqînê peyam weşandin. Wan sersaxiya malbatên xizmên wan jiyana xwe ji dest dayî xwest û şîfa xêrê ji birîndaran re xwest. 

KCK’ê ji ber teqîna gazê ji tevahî xelkê Silêmanî re sersaxî xwest û got, “Xema we xema me ye. Şifaya xêrê ji bi birîndaran dixwazin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser teqînê got, “Bûyerê em gelekî êşandin. Em sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî xelkê Silêmaniyê û bi taybetî malbat û kesûkarên qurbaniyan dikin. Xema we xema me ye, ruhê kesên jiyana xwe ji dest dane bila şad be, silametî û şifaya xêrê ji bo birîndaran dixwazin.”

 

Hikûmet divê bi qedrê canê welatiyan zanibe

Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî hevxemiya xwe bi xelkê Silêmanî re parve kir û ragihand ku bûyerên bi vî awayî encama nebûna stratejiya hikûmeta herêmê ya ji bo jiyana welatiyan e: “Em hevxemiya xwe bi xelkê Silêmanî re parve dikin û ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Divê saziyên peywendîdar bûyerê lêbikolin û sedema wê bibînin. Pêwîst e rê li karesatên bi vî awayî were girtin. Ev bûyer encama nebûna stratejiyek serdema Hikûmeta Herêmê ya ji bo jiyana welatiyan e.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.