Li Seyîdsadiq Welî Dêwane bibîr anîn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 28 Tîrmeh 2025 - 00:19

Ji bo bîranîna Helbestvanê mezin Welî Dêwane li navçeya Seyîdsadiq şeveke ya hunerî hate lidarxistin.

Di saetên êvarî de li Salona Bîranîna ya navçeya Seyîdsadiq ser bi Silêmaniyê, bi tevîbûna hunermend, helbestvan û kesûkarên helbestvanê mezin yê Kurd Welî Dêwane şeveke ya hunerî hate lidarxistin.

Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser gelek karên Welî Dêwane ku hê nehatine zanîn. Her wiha hate diyarkirin ku kesên li ser binemala Welî Dêwane nivîsandine ew baştir malbatê dizanin. Hate gotin ku ew evîndarê keçeke Cafî ya xizmê wan bû. Zilm û kîndariyê nehiştin bigihêjin heve.

Hate destnîşankirin ku Welî Dêwane xwendin û nivîsa wî hebû û oldar bû. Helbestên wî zêdetir wêje û bandora olî li ser bû. Çavkaniya helbestên wî evînî bû. Berhemên wî yên dest nivîs kêmin.

Li gorî belgeyên heyî Welî Dêwane sala 1826’an li gundê Bekirawa ya sînorê Helebce hatiye dinê û sala 1881’ê jiyana xwe ji dest daye. Gora wî li Goristana Seyîdsadiqe.

ROJNEWS/SEYÎDSADIQ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.