Li ser şopa zarokên xwe ne
Pêncşem 24 Tîrmeh 2025 - 03:45
Ji bo bidawîbûna pêvajoya bi şer û pevçûn, dayikên Kurd bi laçikên xwe yên spî di refên pêş ên têkoşînê de bûn. Niha jî bi banga Rêber APO ya “Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo aştiyê di refên pêş de ne. Dayika Aştiyê Nezahat Teke dayika Nesrîn Teke ye. Nesrîn Teke di 2’yê Hezîrana 2000’î de agir bi bedena xwe xist. Nesrîn Teke ya li Amedê di sala 1981’ê de hat dinê, dema ku nûnera Kovara Ozgur Halkê ya Amedê bû, piştî ku Rêber APO bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê û çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” dest pê kirin, agir berda bedan xwe.
Barê aştiyê giran e
Dayika Nesrîn Teke ya di roja 2’yê Hezîrana sala 2000’î de li ber çavên dayika xwe Nezahat Teke agir berda bedena xwe, ji dayika xwe diyar kir ku keça wê jê re gotiye;“Dayê tu hê biçûkî, dema mezin bibî tu yê çalakiya min fam bikî. Em di pêvajoya aştiyê de ne û barê aştiyê giran e, mirov dikare xwe ji bo aştiyê feda bike.” Nesrîn Teke ya ku, piştî çalakiyê rakirin Nexweşxaneya Rojhilata Navîn a Edeneyê, roja 9’ê Tîrmehê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê anîn Amedê.
Barê keça xwe hilgirt
Nezahat Teke jî gotinên dawî yên keça xwe Nesrîn ji xwe re esas girt û di “Însiyatîfa Dayikên Aştiyê” de dest bi xebatê kir.
Piştî salan Nezahat Teke niha şahidiya deriyê ku ji bo aştiyê vebûye, dike. Nezahat Teke ya ku bi salan e di riya keça xwe de ye, tevlî merasîma şewitandina çekan a li Şikefta Casenê bû.
Nezahat Teke, dibêje ku 40 sal in şahidî ji şer re dike, hem şahida şer e, hem perçeyek xwe daye, hem jî behsa pîrozbûna dayikên aştiyê dike. Nezahat Teke bi gotinên;“Di vî şerî de zoriya herî mezin dayikan kişand” dibêje ku wê ‘kezeba’ xwe spartiye axê.
Ji bo ku Nesrînên din nemirin…
Nezahat Teke diyar dike ku ji bo kesên din nemirin, wan her dem ji bo aştiyê îsrar kirine û wiha behsa hêviya xwe ya aştiyê dike: “Keça min di vî riyê de mir û 25 sal in dayika aştiyê me, di nava têkoşînê de me. Tenê dirûşmek me hebû me digot; 'Me zarokên xwe winda kir, bila kesên din winda nekin.' Em hêvî dikin ku careke din pêdivî bi çekan çênebe lê ev yek tenê bi aştiyeke ji dil û mayînde pêkan e.” Nezahat Teke diyar kir ku dayik ji vê pêvajoyê bendewar in û êdî divê ji aliyê dewletê ve gavên şênber werin avêtin û got:“Li vî welatî dayik, an li beriyên girtîgehan in an li goristanan, an jî li ber televîzyonan destê wan li ser dilê wan li zarokên xwe digerin di nava xemgînî û êşê de ne. Em hêvî dikin ku dewlet gav bavêje û bendewariya me ya bi hêvî bi encamp bibe.”
Ger aştî be balafir çima radibin?
Dayikek din jî Kudret Eryilmaz e. Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz jî şahîdî ji merasîma şewitandina çekan re kiriye. Kudret Eryilmaz li ser wateya merasîmê nirxandin dike û dibêje:“Wê koma 30 kesî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsand û xwestin ji me re vê bibêjin; ‘ji bo jiyana bi rûmet, em ji mirinê re jî ji aştiyê re jî amade ne.’ Divê piştî vê çalakiyê dewlet gav bavêje. Divê destên zarokên me û Rêbertiyê yê ji bo aştiyê li hewa nemîne. Ez bang li dayikên leşker û polîsan dikim; ên diwelidînin dayik in ên şîr didin dayik in, ên heta sibehê şiyar mane zarokên xwe xwedî kirine em in. Loma divê dayik destê xwe bixin binê kevir.” Kudret Eryilmaz, diyar dike ku tevî şer jî ew hêviya xwe ya aştiyê zindî digre, ji bo aştiyê ketine riyeke nû û dibêje:“Ji aliyekî ve behsa aştiyê tê kirin, ji aliyekî ve jî balafirên şer ranawestin. Rojê 6-7 balafirên şer radibin. Çiyayên Kurdistanê tên bombekirin. Ger aştî hebe, sedema rabûna van balafiran çi ye? Di serê me de pirs hene, rabûna balafiran rewşeke bi nakok e. Ji ber vê yekê serê me tevlihev dibe. Divê ev şer bi dawî bibe.”
NÛJINHA/ARJÎN DÎLEK ONCEL